Encû: Em dev ji berpirsên Roboskiyê bernadin!

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encû ê rehîn hatiye girtin, têkildarî biryara DMME’yê ya girêdayî Qetlîama Roboskiyê daxuyaniyek da. Encû got: “Bi diyarkirina biryarên siyasî wijdan aram nabe. daxwaza me ew e ku berpirs bên dîtin û bên cezakirine.”

Parlemeterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encû ê li Girîtgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Koçelekiyê rehîn hatiye girtin, têkildarî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya girêdayî Qetlîama Roboskiyê bi rêya parêzerên xwe daxuyaniyek nivîskî da. Encû ê di qetlamê de birayê wî û gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dane, dozeke wisa ku bûye malê civakê encambûna wiha ya bi vî rengî ne mumkune ku bi biryareke siyasî bê dayîn.

Encû bibîr xist ku weke malbatên Roboskiyê ev 7 sal in berdêlên mezin didin û têkoşînê dikin. Encû diyar kir ku bi ser e ser e nêzîkbûna hemû keda hatî dayîn vala tê derxistin û got:

 “Ji roja destpêkê ya ku qetlîam pêk hatî me dabû diyarkirin ku divê xwedî lê bê derketin, ji bo vê divê komîsyonek bê amadekirin, em ev bi hemû rayedaran re parve kir. Me dîsa dabû diyarkirin ku xwedîderketina li gotinan tinê têrê nake. Her dem bi gotinên ‘Em vê berpirsyartiyê digirin ser xwe’ re rû bi rû man. Her carê li pêşberî pirsên malbata bersiva ‘Tiştek tine, me pê re elqedar in’ tê dayîn.

Ji bo biryara DMME’yê ‘Ev biryareke siyasî’ ye gotin û derbaskirin, tê wateya ji berpirsyartiyê revînê. Bi vî awayî ji berpirsyartiyê revîn, rastî nixumandin, ser e ser e nêzîk bûn û piştguhkirin û meşrûkirin wê ye. Em vê napejirînin. Em malbatên Roboskî vê nêzîkatiyê napejirînin. Her kesên dibêjin Roboskiyê ji bîr nakin, divê vê yekê nepejirîne.

Li gel vê jî biryara ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dayî, aliyê wê yê siyasî temsîl dikin. Lê rastiyên ku hûn eşkere dikin kêmaniyên vê rewşê ji holê narake. Dosyaya ku bûye malê civakê, bi biryara siyasî ya hatî eşkerekirin, wijdanan aram nake.

Yekan e daxwaza me eşkerekirina berpirsan û cezakirina wan e. Pêkanîna daxwazên me çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo rakirina tarîtiya li ser heqîqetê û hevrûbûna bûyerê ji bo yên em li pişt mayîn li gel darezandina berpirsan wê edaletê hîs bike be. Ji ber vê em di daxwaza xwe ya edalet, lêgerîn û têkoşîna edaletê de bi israr bin.”