Encamnameya ‘Kongreya Krîza Şaristanî û Rêya ber bi Şaristaniya Demokratîk li Rojhilata Navîn'

‘Kongreya Krîza Şaristanî û Rêya Ber bi Modernîteya Demokratîk ve li Rojhilata Navîn’ piştî rûniştina şeşemîn,  bi xwendina encamnameya bi dawî bû.

Encamnameya ‘Kongreya Krîza Şaristanî û Rêya Ber bi Modernîteya Demokatîk ve li Rojhilata Navîn’ hate eşkerekirin ku 17 û 18 Mijdarê li paytexta Lubnan Beyrûtê hate lidarxistin.

Encamnameya kongreyê ji aliyê endamê Meclisa Misîr ya Komîteya Danûstandinên Kurdî- Erebî Recayî Fayid ve gate xwendin û wiha dest pê dike; “Bi vexwendina Weqfa Newroz a Çanda Civakî, Navenda Mazir a Lêkolînan, Encumena Niştimanî ya Ermeniyên Rojavayî, Kongreya Federalî a Dayîm û Partiya Yekitiya Suryan Kongreya "Krîza Şaristanî û Rêya Ber Bi Modernîteya Demokratîk ve li Rojhilata Navîn" di dîroka 17 û18‘ê Mijdara 2018‘an li paytexta Lubnan Beyrûtê lidar ket. Siyasetmedar, akademisyen, rewşenbîr, rêxistinên jin û ciwana, nûnerên partiyên siyasî yên Lubnan, Sûriya, Iraq, Misir, Tirkiyê, Îran û Ewrûpayê beşdarî kongreyê bûn.

Kongre berdewama kongreya yekem e ku sala 2016 li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya "Aramî û aştiya li Rojhilata Navîn di fikrê Abdullah Ocalan de ye" hate lidarxistin de ye.

Bi vê munasebetê em spasiya hikûmeta Lubnanê dikin, di serî de Serokatiya Komarê ku kongre pêşwazî kir ji bo serkeftina kongreyê bi me re bû alîkar.”

Encamnameya kongreyê wiha dewam dike;

“Kongre du rojan berdewam kir. Di kongrê de gelek mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Di serî de sedemên krîzên ku herêmê me di dîrokê de û heya niha jiyan dikin, rêbazên çareserkirina krîzê û mekanîzmeya pêkanîna wê li ser erdê hatin şîrovekirin. Her wiha rûniştinên Kongre bi nîqaşên demokratîk di navbera beşdaran de tijî û dewlemend bû.

 Li ser vê esasî beşdarên kongrê gihiştin nêrîneke hevpar der barê gelek mijdarên Kongreyê de, wekî sedem û rêbazên çareserkirinên dozên herêmê de. Kongre gihişt van encaman:

*Em xwedî mîraseyeke dîrokî mezin in. Lê nêrîneke me ya dirust ji dîroka me re nine ku têgihiştineke me ya ji rewşa heyî re ava bike. Li ser vê yekê hewcedariya me bi zanebûneke ji dîrokê û xwendineke adil, serbixwe û rexenger re heye.

*Hêzên û gelên bindest di dirêjahiya salan li hemberî zulm, înkarkirin û zordestî berxwedaniyên lehengî kirin. Dîrokî tu carî ji serdestan û hêzên mêtînger re nebûye şanogeh, lê belê dîroka berxwedana mirovahiyê ya qedîn nirxekî madî û manewî mezin di vî warê de girt.

*Netew dewlet heya niha sedem û encamên parçebûn û belavbûna ku herêmê tê de jiyan dike ye, ji ber ku nasnameyên netew, bawerî, mezheb, çand û civakên din înkar dike.

*Azadiya jin dozeke serek e. Ji bo avakirina civake demokratîk û azad li Rojhilata Navîn pêwîste doza jina bi nêrîneke stratîjîk û radîkal were çareserkirin.

*Derkete holê ku dewleta navendî li Rojhilata Navîn îflas bû. Li ser vê yekê pêwîstiya gel û hêzên aktîv û bi pergaleke siyasî alternative heye ku maf û azadiya hemû pêkhate, mezheb, çand û nasnameyên herêmê mîsoger bike.

*Hewcedariya herêmên me pergaleke fikrî nû heye, ku xwedî li projeya Netewa Demokratîk derkeve ya ku li şûna nejatperestî xwe dispêre jiyana hevbeş û aştiya navxweyî û rêzgirtina olan û azadiya jinê.

TIRKIYE HEBÛNA GELAN ÎNKAR DIKE

Li gel van mijaran, beşdarên kongrê tekez kirin ku li hemberî gelê Filistînê şerê qirkirinê ji aliyê Îsraîlê ve tê meşandin, li hemberî kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve şer tê kirin, Tirkiyê hebûna Kurdan, Asur, Suryan Ermen û Ereban înkar dike û bi hişmendiya xwe ya faşîzm komkujiyên fîzîkî dike û hemû pîvanên navdewletî yên têkildarî mafên mirovan binpê dike. Polîtîkeyên dewleta Tirk dikeve rêza sûcên her û sûcên li dijî mirvahiyê. Li hemberî wê divê kiryarên wê yên dijber û pilankirî têkoşîna me divê.

OCALAN TÊKOŞER Û MÎMARÊ ROJHILATA NAVÎN E

Beşdaran her wiha bal kişandin ser rola rêbertî û rewşenbîrê azad  Abdullah Ocalan di girtîgehê de û tekez kirin ku Ocalan têkoşer û mîmarê Rojhilata Navîn e, girtina wî ji aliyê dewleta Tirk di girtîgeheke takekezî de ji beriya 20 salan ve û ferzkirina tecrîdeke girankirî û qedexekirina hevdîtina malbat û parêzeran li dijî hiqûqa mafê mirovan e û pîvan û peymanên navdewletî yên têkildarî mafê mirovan bi giştî ye û mafê girtiyên siyasî bi taybet binpê dike.

OCALAN NÛNERÊ DOZA GEL E

Li ser vî esasî beşdaran bang li Rêxistina Efû ya Navdewletî û rêxistinên mafê mirovan û hemû saziyên navdewletî yên têkildar kirin ku fişarê li desthildariya Tirkiyê bike da ku tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan rake, ji ber ku Ocalan doza gelekî temsîl dike. Beşdarên Kongrê banga azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî kirin, her wiha tekezî li ser girîngiya xebateke hevpar ji bo azadiya Ocalan kirin ku wekî peywireke mirovahî, exlaqî û wijdanî dikev ser milê her kesê ku banga ramanê azad û demokratîk û edaleta civakî dike ye.

Beşdarên kongrê girîngiya lihevhatinê  û diyalog ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna aştiyê li herêmê kirin.

Herî dawî beşdaran gihiştin nêrîneke hevbeş navaroka wê ew e ku hewcedariya me hemûyan bi lidarxistina kongreyên asayî li gelek welatên Rojhilata Navîn heye.

Li ser vê esasî biryara avakirina komîteyeke şopandinê hate girtin. Ev komîte dê encamên kongreyê bişopîne û  çarçoveya xwe berfireh bike ku hejmareke mezin ji hêzên civakî li herêmê di nav de rewşenbîr, akademisyên, siyasetmedar di nav xwe de bihweîne. Armanc ji vê yekê xwedîderketina li fikrê jiyana hevbeş, çanda lêborînê û qebûlkirina hemû gel, mezheb û çandên herêmê derkeve da ku hemû pilanên û siyastên li hemberî me tê kirin û fitneyê gûr dike, her wiha pêşreoja gelê me dikeve vala derbixe.

Di dawiyê de beşdaran tekez kirin ku şer, dagirkerî, mêtîngerî û keysebazî di ti demê de nebûne çareserî. Lê belê diyalog û xebatek hevpar rêbazên herî guncawî ên çareseriyê ne. Hêmanên me yên hevpar û mîraseya me ya dîrokî ya dewlemen heye ku em nêrîneke stratîjîk hevbeş bi rêya diyalogan rêz bikin.  Asta têkoşîna me ya pêkanînê encamên fewdeya heyî diyar dike û şeklê pergala cîhanî y a nû xêz bike, her wiha dê çaremûsa herêmê li gorî mîraseya gelên berxwedêr li hemberî zilmê diyar bike.

Kongreya me ku du rojan berdewam kir û serkeftî bi dawî bû.

Bijî biratiya gelan, Bijî Rojhilata Navîn a Demokratîk"