Encamnameya Kongreya ji Rojnamevanan re Azadî hate weşandin

Encamnameya Kongreya ji Rojnamevanan re Azadî hate weşandin

Duwemîn Kongreya Ji Rojnamevanan re Azadî bi tevlîbûna kedkarên çapemeniyê û xizmên rojnamevanên girtî li Stenbolê kombûn. Kongreyê encamnameyekî ku têde bang li hikumetê dike weşand.

Duwemîn Kongreya ji Rojnamevanan re Azadî di 24’ê Tîrmehê 105’mîn salvegera Cara Yekem Rakirina Sansurê, bi tevlîbûna nûnerên rêxistinên pîşeyên ên netewî û navnetewî, malbatên rojnamevanên girtî, rojnamevanên ji zindanê derketine û têne darezandin, parêzerên rojnamevanên têne darezandin, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên cûda, nûnerên çapemeniya tora civakî û rojnamevanên di encama zextên siyasî de ji kar hatine derxistin li Stenbolê kombûn.

Di kongreyê de balkişandin ser ku, binpêkirinên azadiya fikir û çapemeniyê, li welat hîmên bingehîn yên astengkirina demokratîkbûyînê ne.

Di kongreyê de hate destnîşankirin ku, ji ber ku çapemenî hatiye rewşek wisan ku nikare peywira xwe bike, nikare agahiyan ragihîne û her wiha rastî têne astengkirin. Hate diyarkirin ku, zextên li ser çapemeniyê zêdebûne, pêkanînên sansûr û otosansûrê her ku diçin zêde dibin.

Di kongreyê de li ser mijara ku ji bo gel xwe bigehîne agahî û rastiyan ku berê xwe daye çapemeniya torên civakî jî diyarkir ku, fikra hene desthilatdariya siyasî dest bi hewildanên kontrola amûrên çapemeniya tora civakî jî kiriye.

Di kongreyê de hate aşkera kirin ku li rexmî li Tirikyeyê di çapemeniyê de sê nûnerên ombudsman hene jî,  hate gotin ku, pêwîste saziya nûnertiya xwendinê (ombudsman) ku girîngiyê dide rêgezên rojnamevantî û behsa girîngiya kontrolkirina hundir ya çapemeniyê dike, bê berfireh kirin.

Di kongreyê de hate diyarkirin ku, ji sala 2011’an ku kongreya yekemîn hate kirin û vir ve, bi taybet bi destpêkirina çalakiyên Parka Gezî û li tevayî welat xwepêşandanên aştiyane belavbûn, tekoşîna edalet, wekhevî, azadî û demokratîkbûnê ya li Tirkiyeyê, pêwîste ne tenê bi azadiya çapemeniyê ve bête sinordarkirin, pêwîste ji bo hemû gel bi tekoşîna azadiya fikir, azadiya rêxistinbûnê, civîn, xwepêşandan, meş û mafên bingehîn bibe yek.

Li ser van hemû xisûsan Duwemîn Kongreya ji Rojnamevanan re Azadî biryarda ku bangên wiha li hikumetê bike:

-“Ji bo Tirkiye bibe dewletekî demokratîk û hiqûqê, pêwîste daraz ser bixwe be.

-Li Tirkiyeyê pêwîste hemû astengiyên zagonî yên li pêşiya azadiya çapemeniyê demildest bên rakirin. Zagona Ceza ya Tirk, Zagona Tekoşîna Li dijî Terorê û Zagona Çapemeniyê li gorî krîterên azadiya çapemenî û fikir ên navnetewî demildest ji nû ve bêne sererastkrin.

-Hemû astengiyên cezaî ên ku destûr nadin Rojnamevan faliyetên pîşeyê xwe bikin, ligorî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê DMME binpêkirinên azadiya çapemeniyê ye. Ji ber vê sedemê rojnamevanên ku ji ber faliyetên pîşeyê xwe li girtîgehêne pêwîste demildest werin berdan. Pêwîste dawî li sûcdakirinên ku ji ber nûçe, nivîs û axaftinên li ser desthilatdariyê weke terorîst hatine sûcdarkirin were.

-Hikumet pêwîste di demek kurt de ji bo azadiya rêxistinkirina sendîkayên rojnamegeran pêngavan bi avêje û bêxe bin ewlekariyê.

- Weke ku di xwepêşdanên Parka Gezî de hatî dîtin, polîsan nehişt rojnameger peywira xwe bikin û rojnameger hedef girtin. Ev yek nayê qebûlkirin, ev tê wateya êrîşek li ser agahîgirtina gel. Em bibîrdixin ku, hikumet peywirdare ku di bûyerên civakî de ewlekariya rojnamegeran bigire û zemînê xebatê jêre çêbike.

-Bi xwepêşandanên Parka Gezî, hikumetê hevkarî li gel hinek patronên çapemeniyê kir û li ser patronên din yên çapemeniyê jî zext kir û nehişt çapemenî karê xwe bike. Di kongreyê de balkişande ser ku li Tirkiyeyê ev otosansur rojnamegertiyê mehf dike. Her wiha bang hate kirin ku, ji bo edîtoryalê bixin bin ewlekariyê hikumet û patron pêngavan bi avêjin.

-Azadiya çapemeniya tora civakî, li Tirkiyeyê yek ji nîşaneyên herî bingehên ên azadiya ragihandinê ye. Mirovên ku ji ber dîtinên xwe ên di torên civakî de tînin ziman, lêpirsîn di derbarê wan de çêdibe ev nayê qebûlkirin.”

Ji bo Platforma ji Rojnamegeran re Azadî, Kadir Gursel hate hilbijartin.