Encamnameya Konferansa Kurd a li Tokyoyê

Encamnameya 1. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li Tokyoyê hate eşkerekirin.

Encamnameya 1. Konferansa Kurd a Navneteweyî, ku li paytexta Japonya Tokyoyê bi beşdariya nûnerên siyasî yên Kurdan ên ji parçeyên Kurdistanê pêk hat, hate eşkerekirin.

Di konferansê de gelek siyasetmedarên Japon jî amade bûn.

Encamnameya konferansê wiha ye:

1- Ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û komên din ên terorîst qels nebe, pêwîste Rojava tavilê weke 'Herêma firîna balafirên şer lê qedexe ye' bê ragihandin.

2- Statuya projeya Federasyona Bakurê Sûriyeyê, ku wê xizmetê ji çareseriya krîza Sûriyeyê re bike, divê bê naskirin.

3- Li Başûrê Kurdistanê, di referandûmê de wê gelê Herêma Kurdistanê biryarê li ser siberoja xwe bide.

4- Pêwîste girtin û binçavkirina endam û hilbijartiyên tevgera siyasî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê, ku ji aliyê hikumeta AKP'ê ve ev operasyon tên meşandin, bên redkirin.

5- Ji bo hikumeta AKP'ê ji polîtîkaya xwe ya heyî ya li dijî tevgera siyasî ya Kurd vegere û li Bakurê Kurdistanê pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî demokratîk çareser bibe, lazim e Japonya bi berpirsyarî rabe.

6- Divê hikumeta Japonyayê, yekser alîkariya însanî bi hemû parçeyên Kurdistanê bike.

7- Pirsgirêka Kurdên ji ber rîskên siyasî yên li Tirkiyeyê xwe li Japonyayê girtine, pêwîste ji aliyê hikumeta Japonyayê ve bên çareserkirin.

Di dawiya encamnameyê de spasiya Komeleya Dostaniya Japonya-Kurdistanê û dewleta Japonyayê hate kirin, ji ber ku derfetên lidarxistina konferanseke bi vî rengî dane.