Encamnameya Konferansa Ciwanên Kurd ên Ewropa hat ragihandin

Encamnameya 1’emîn Konferansa Ciwanên Kurd ên Ewropa hate weşandin.

1.Konferansa Avakirinê ya Ciwanên Kurd ên Ewropayê, di navbera 14-15’ê Nîsanê de bi beşdarbûna 250 delegeyên enternasyonalîst û Kurd ên ji bajarên Elmanya, Swîsre, Fransa, Hollanda, Danîmarka, Swêd û gelek wealtinên din hate li darxistin.  Konferans bi şîara "Bi berxwedana serdemê serî hilde, bi felsefeya Rêbertî xwe bi rêxistin bike" hate li darxistin. Di konferansê de pêvajoya siyasî, rewşa rêxistinî, modernîteya kapîtalîst, şerê taybet û mijarên ciwanan hatin nirxandin.
Di konferansê de soz hate dayîn ku şopdarê rêya şehîdan bin.
ENCAMNAME
-Madeyên ku di  encamnameya 1’emîn Konferansa Ciwanên Kurd a Ewropayê de hatin rêzkirin wiha ne;

1. Tevgera Ciwanan ji bo mîsyon û rola pêşeng ya civakê xwe birêxistin dike.
2. Bingehê konferansê azadiya Rêber Apo ya fizîkî ji xwere dike amaç û li ser vî bingehî xwe birêxisitin dike.
3. Li her derê Kurdistanê bi ti şêweyî mêtîngeriyê qebûl nake û li dijî vê têdikoşe.
4. Li dijî hemû şêweyê faşîzmê li berxwe dide.
5. Li dijî zayendperstiyê têkoşîn dide.
6. Li dijî hemû arguman û avabûnên şerê taybet yên li dijî civak û ciwanan têdikoşe, li berxwe dide.
7. Li dijî hemû êrîş û politîkayên li dijî destkeftiyên gelê Kurd li berxwe dide.
8. Li dijî modernîteya kapîtalîst Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo pêşkêşî me kirî, esas digre.
9. Bi hişmendiya pradîgmaya demorkatîk, ekolojî û azadiya jinê xwe bi rêxistin dike.
10. Li dijî hemû şêweyê îxanetê têdikoşe.
11. Li derdora îdeoloiya azadiya jinê ya li dijî hişmendiya desthilatdar a zilam azadiya jinê esas digre û têdikoşe.
12. Li dijî helandina nasname, çand û ziman li berxwe dide û tê dikoşe.
13. Li dijî hişmendiya ku xweseriya tevgera ciwanan esas nagre têdikoşe.
14. Tevgera Ciwanan di çarçoveya nirxên enternasyonalîst de xwe birêxisitn dike.”