Encamnameya Şêwira Rojhilatê Kurdistanê hate eşkerekirin
Encamnameya Şêwira Rojhilatê Kurdistanê, ku di navbera 16-17'ê Îlonê de hate lidarxistin, hate eşkerekirin.
Encamnameya Şêwira Rojhilatê Kurdistanê, ku di navbera 16-17'ê Îlonê de hate lidarxistin, hate eşkerekirin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, di 16-17'ê Îlona 2017'an de li paytexta Swêd Stockholmê civîneke şêwrê li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê li dar xist.
Zêdeyî 150 nûnerên partî, saziyên civakî yên sivîl û kesayetên serbixwe tevlî şêwrê bûn.
Encamnameya şêwrê bi vî rengî ye:
"Axa Rojhilatê Kurdistanê li jêr dagirkeriya rejîma Îslamiya Îranê de ye. Miletê Kurd li vî parçeyî rojane rastî zilm û zora dewleta Îranê tê. Gelê me bi fedakariyek mezin li dijî sîstema dagirker serî natewîne û li ber xwe dide. Xebata dîrokî ya gelê Kurd li Rojhilat bûye ciyê şanazî û serfiraziya tevaya xelkê Kurdistanê.
Mixabin partî û saziyên Rojhilatê Kurdistanê bi şêweyek pêwîst nikariye li astê hevhestî û hevdengiya gelê me bin. Gelê me li rojhilatê welat hevhestî û hevdengiyek dîrokî li hember hev û li hember gelê me li perçeyên dî yên welat nîşan da ye û berdewam jî nişan didin. Bi dirêjiya dîroka xwe tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê çendîn car şahidî li ser helwestê ciwamêreneyê gelê Rojhilat beranber perçeyên din ên Kurdistanê kiriye û heya îro jî ev helwest berdewam e.
Rewşa îro li Rojhilata Navîn hatiye pêş û ev kawdanên ku herêm têde derbas dibe, bi saya xebat û têkoşîna Kurdistaniyane ya ku li dijî sîstemên dagirker daye meşandin. Berxwedana Kurdistaniyan derfetên siyasî, diblomasî û leşkeriyên cihê afirandine û dagirker xistine nava qeyran û krîzên navxweyî, herêmî û navdewletî. Ji vir û pêde pêwîste gelê me li Rojhilat pişka xwe ji çalakiyên sivîl û diplomasî hebe.
Gihiştina vê armancê pêwistî bi yekitî û yekrêziya tevaya pêkhateyên Rojhilatê heye, ji Mako, Îlam û sercem Kurdên li Îranê bigre heyanî bi Xuresanê pêwistî bihêzkirin û xurtkirina yekitiya neteweyî heye . Pêwîste pêkhateyên Rojhilatê nûnerên xwe hebin û zêdetir bêne pêş û baştir diyar bin û sazîbûna xwe mikumtir û Kurdistanîtir lê bikin.
'GELÊ KURD BI YEKRÊZÎ Û YEKDENGIYÊ DIKARE DAGIRKERIYÊ JI HOLÊ RAKE'
Pêwîste partî û saziyên Rojhilatê Kurdistanê nêzî hev bibin û projeyên hevbeş pêş ve bibin, di pratîkê de jî prensîpên ploralîzim û bi hev re karkirinê qebûl bikin. Zû yan jî dereng pêwîste partî û saziyên civaka sivîl li Rojhilatê Kurdistanê bikevin nava jiyana hevrêvebiriyê.
Hevnêzîkbûn û hevkariya partiyan têna welatparêziyê li cem milet gurtir û xurtir dike.
Ji bo gelê Kurdistanê negihe armancên xwe dagirker hewil didin bi her şêweyî hevkariyê bi hev re bikin, li hember vê yekê pêwîste gelê Kurd xurttir û cesûrtir yekitiya xwe ya neteweyî pêk bîne.
Ji bo ti alî hevkariyê bi Kurdan re nekin, dijminên Kurdan di nava liv û tevgerek berdewam de ne. Ancax gelê Kurd bi yekrêzî , yekdengî û wekheviyê dikare rewşa dagirkeriyê ji holê rake. Gelê Kurd bi tifaq û tevahiyê wê statoya ku ji xwe re rast û dirist dibîne bi dest ve bîne.
Bi amadebûna partî, sazî û kesayetiyên serbixwe yên tevlî şêwra Rojhilatê Kurdistanê bûne û li ser binemayê pêşniyarên amadebûyan, em vê encamnameyê têxin berdem raya giştî ya gelê xwe li Rojhilatê Kurdistanê bi taybet û tevaye Kurd û Kurdistaniya li perçeyên diyên Kurdistanê bi giştî.
XAL BI XAL ENCAMÊN ŞÊWRÊ
1. Em piştevaniya serxwebûna başûrê Kurdistanê dikin, desttêwerdan û hereşeyên dagirker û neyarên Kurdan li dijî mafê gelê Kurd sermezar û riswa dikin.
2. Beşdarbûyên civîna şêwra Rojhilatê Kurdistanê piştgiriya xwe ji kampîneya ji birêz Abdulah Ocalan û gişt zîndaniyên siyasiyên Kurd re azadiyê radighînin.
3. Partî sazî û kesayetiyên serbixwe yên beşdarî şêwra Rojhilatê Kurdistanê daxwazê li ser bi hêzkirina yekêtiya neteweyî dikin.
4. Amadebûyan dît çalakiyên bi vî şêweyî xizmeta bi hêzkirina yekitiya neteweyî dikin û pêwîste berdewam bin û li paşerojê pêwîste pêngavên KNK bên destek kirin.
5. Amadebûyên şêwrê pê xweşe ku partî û saziyên siyasiyên Rojhilatê Kurdistanê bi hevalbendî û hevniştimanane bên cem hev û hewlên dilsozane bidin bona serxistina kar û çalakiyên hevbeş.
6. Piştî komkirina encamnameyên kar û xebata civînên şêwra Rojhilat, başûr, bakûr û rojava em dikevin nava qonaxa sêyemîn a şêwrê. Gelên me bi hêviyek mezin li benda encamên hêvîpexş û erênî ye. Li ser esasê hêvî û daxwazên gelê xwe pêwîste em erk û xebatan encam bidin. Bona vê mebestê em bang li tevaya partî, sazî û kesayetiyên serbixwe dikin ku xwe ji encamdana erka xwe ya dîrokî dûr nexin, dûbare em bang li her alî dikin bi taybet yên ku li vê şêwrê amade nebûne li şêwrên bên de amade bin. Banga me ji her take kesekî serbixwe yê Kurd heye ku pêwendiyên xwe bi komîteye amadekariya kongreya neteweyiya Kurdistanê ve bike û destê xwe bide bin hilgirtina barê neteweyî. Bi heman şêwe daxwazê ji saziyên yarsanan, hewramî û şêweyên diyên saziyan dikin ku çaverêy daxwaznameyan nebin û tevlî kar û xebatên neteweyî bibin û xwedî li Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê derkevin.
7. Beşdarên şêwra Rojhilat silavê li berxwedana zîndaniyên siyasî dikin û piştevaniyê li xebat û têkoşîna wan dikin, xebata azadiya jina Kurd û têkoşîna ciwanên Kurd destek dikin. Em daxwaz dikin hemû alî tevlî kar û xebata hevbeş bibin û li dijî destdirêjiya dagirkeran bikevin nava liv tevgerê.
8. Di kar û xebatên neteweyî de, pêwîste pêşniyar û dîtinên jina Kurd li ber çav bên girtin, di her warî de zemîne ji wan re hebe ku tevlî kar û çalakiyan bibin.
9. Pêşniyara reşnivîsa yasaya bingehîn a Rojhilatê Kurdistanê mîna pêngaveke hêja û guncaw bo parastina mafê takê Kurd û pêngavek ber bi rêxistina neteweyî û dariştina binyatê deselateke demukrat û Sekûler mîna mîkanizma bi cîkirina yasayê hêja dizanin.
10. Beşdarbûyên civîna şêwra Rojhilatê Kurdistanê hêviyê ji gişt aliyan dike, bi taybet hêzên siyasî yên li Rojhilatê Kudistanê, bi hev re û bi yek helwest beşdarî wan çlakiyan bibin yên ku li dijî komara îslamiya Îranê tên li darxistin û berdewam piştevaniyê bidin çalakiyên girtiyên siyasî û bi hev re li dijî sêdaredan û terora rojane ya çalakvanên siyasî û medeniyê Kurdistanê biwestin.
11. Beşdarbûyên civîna şêwra Rojhilatê Kurdistanê piştgiriyê li keş û hewayê azad bo gişt pêkhateyên Rojhilatê Kurdistanê dikin.
12. Beşdarbûyên civîna şêwra Rojhilatê Kurdistanê dibînin giyanê lêborîn bi hev re jiyana sercem pêkhateyên Rojhilatê Kurdistanê û baweriyên cihê weke kevrê bingehînê xweşbînî û havênê diristkirina civakek tendirist û demokrat e li paşerojê.
13. Beşdarbûyên civîna şêwra Rojhilatê Kurdistanê pêwîst dibînin ku peymannameyek ji hêla tev saziyên siyasî ve bê îmza kirin ku şerê navxweyî mina hêla sor be, tevaya nakokî û kêşeyan bi rêya diyalok û danûstadinan çareser bikin, dîsa rê ji ti alî re neyê vekirin ku bi tena serê xwe li ser navê gelê Kurd û nûneriya xelkê Rojhilat li gel rejîma Îranê rûne û danûstandinan bike.
14. Beşdarbûyên civîna şêwra Rojhilatê Kurdistanê daxwazê ji rêvebiriyên başûr û rojavayê Kurdistanê dikin, mîna dû desthilatên xwecî pêwendiyên xwe li ser bingeha berjewendiyên xelkê Kurdistanê saz bikin û rê li pêşiya pêşketina pêwendiyên xwezayaneyên gelê Kurd vekin, parastina destketiyên başûr û rojava erka her Kurdistaniyekî ye.
15. Beşdarbûyên civîna şêwra Rojhilatê Kurdistanê pêwîst dibînin ku partî û saziyên siyasî kultûrê rexne û rexnegirtina avaker pêşde bibin û pêşî li fikir û ramanan neyê girtin.
16. Amadebûyan piştevaniya xwe ji xebat û xizmeta texa karker, bi taybet zehmetkêş û kolberan re derbirî.
17. Beşdarbûyan dakokî li ser xebata hevbeşa parçeyên Kurdistanê kirin, di heman dem de tekez kirin ku nabe parçeyek Kurdistanê bibe asteng li pêşiya xebat û têkoşîna pêrçeyek dî.
18. Amadebûyan dît ku nabe xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê bibe beşek ji projeyên dewletên xwedî hêz ango dewlêtên herêmê.
19. Amadebûyan pêgirî û piştevaniya xwe ji xebat û têkoşîna azadîxwazî û pêşkevtîxwaziya cîhanê û herêmê re ragihand.
20. Amadebûyan pêkanîna yek dû komîteyan ji partî, saziyên siyasî û kesayetiyên serbixwe bona xebatên dîplomasiya hevbeş û xebatên mafê mirovan û hwd. pir giring dîtin.
Di heman dem de ev şêwra ku bi beşdariya partî, saziyên siyasî, saziyên sivîl û kesayetiyên serbixwe hatî li darxistin nişana wê yekê ye ku êdî em gehiştine nirx û behayek dîrokî, gelê me bi coş û kelecanek mezin li vê xebatê dinêre. Ji ber vê yekê berpirsiyariyek mezintir li paşerojê dikeve ser mile me, lewma em daxwazê ji tevahiya partî, sazî, kesayetiyên serbixwe, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, dilsoz û welatparêzên rojhelatê dikin, ku di vê xebatê de dest bidin hev , xwedî lê derkevin û beşdar bin. Pêwîste me hemûyan toleransa siyasî demokrasî hebe da ku li ser pirsgirêk û aloziyên xweyên navxweyî ser bikevin, di rastiyê de ev pirsgirêk dibiçûkin lê em ji xwe re mezin dikin.
Em piştrastin ev şêweyê xebat û têkoşînê wê fêdek mezin hebe bona vegerandina hêvî û baweriyên hevbeş û bi hêzkirin û mezinkirina hêvî û daxwazên gelê me."