Encamnameya 2. Konferansa HRRK Şaxê Ewropayê hate eşkerekirin

Encamên Konferansa 2. a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Şaxê Ewropayê hatin eşkerekirin.

Konferansa 2. a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Şaxê Ewropayê, roja 1'ê Îlonê bi sernavê "Em hemû Efrînî ne" li bajarê Wardenbûrgê yê Elmanyayê hate lidarxistin.

Konferans di çarçoveya encamên kongreya pêncan a HRRK'ê pêk hat ku 23'ê Kanûna 2016'an li bajarê Qamişloyê hatibû lidarxistin.

Li ser encamên konferansê daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin û hate ragihandin ku konferansê giranî daye ser pêşvebirina rewşa rêxistinî ya HRRK li Ewropayê.

Li gorî encamnameyê, di konferansê de hate destnîşankirin ku şaxê HRRK'ê yê Ewropayê divê bibe sîwaneke yekgirtî di navbera rewşenbîrên li welêt û derveyî welat.

Ji bo xurtkirina nasnameya rewşenbîriya Kurd işaret bi girîngiya xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê hate kirin.

Di konferansê de komîteya rêveber a ji heft kesan hate hilbijartin. Komîteya rêveber ji van kesan pêk tê: Husên Omer, Nesrîn Ahmo, Cano Şakir, Zeredeştê Kal, Reşîd Hisso, Helîm Yûsiv û Ednan Şêxê.

Ji nava komîteyê, Husên Omer weke serokê şaxê Ewropayê yê HRRK'ê û Nesrîn Ahmo û Cano Şakir weke cîgirên serok hatin hilbijartin.