Encamên teqez ên hilbijartina Iraqê hatin eşkerekirin-NÛ BÛ

Di hilbijartina Iraqê de koalîsyona ku Sadr piştgiriya wê dikir bû yekemîn, koalîsyona fetîhê bû duyemîn û koalîsyona Nasir a Ebadî jî bû sêyemîn.

Li Iraqê di hilbijartina 12’ê Gulanê de koalîsyona Mukteda es-Sadr bû yekemîn a ku lîderê Şîî piştgiriya wê dikir.

Serokê Daîreya Komîseriya Lijneya Bilind a Serbixwe ya Iraqê Riyad Bedran li Bexdayê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku li gorî encamên teqez Sadr bûye yekemîn.

Koalîsyona Saîrûn a ku Sadrê piştgiriya wê dikir, di nav 329 kursiyan de 54 kursî bi dest xist.

Koalîsyona Fetîh a ku fermandarê Haşdî Şabî, Hadî Amîrî pêşengiya wê dikir 47 kursî, koalîsyona Nasir a ku Serokwezîr Haydar El-Ebadî pêşengiya wê dikir jî 42 kursî bi dest xistin.

Eniya Saîron ya Sadr: 54 kursî

Tevgera Fateh ya Al Amirî: 47 kursî

Tevgera Nasir ya Ebadî: 42 kursî

Dewleta Qanûn ya Nûrî Malikî: 26 kursî

PDK: 25 kursî

Eniya Watenî ya Allawî: 21 kursî

Tevgera Hikma ya Al Hakim: 19 kursî

YNK: 18 kursî

Hevpeymana Biryara Iraqê ya Najafî: 14 kursî

Tevgera Goran: 5 kursî

Nifşê Nû: 4 kursî

Hevpeymana ji bo Dedperwerî û Demokrasiyê: 2 kursî

Komela Îslamî: 2 kursî

Yekgirtûya Îslamî: 2 kursî