Encamên teqez ên hilbijartina Başûrê Kurdistanê hatin eşkerekirin

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Iraqê encamên hilbijartina Parlamentoyê ya 12’ê Gulanê eşkere kir.

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Iraqê encamên dawî yên hilbijartina parlamentoya Iraqê yên li Başûrê Kurdistanê eşkere kir.

Li gorî encamên dawî yên ku rêveberên Komîsyona Bilind a Hilbijartinê eşkere kirî hejmara kursiyên ku partiyan li Kurdistanê bidestxistî wiha ye;

HEWLÊR

PDK: 8 kursî

YNK: 2 kursî

Nifşê Nû: 2 kursî

Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê: 1 kursî

Goran: 1 kursî

Komel: 1 kursî

DIHOK

PDK: 10 kursî

Yekgirtû: 1 kursî

SILÊMANÎ

YNK:8 kursî

Goran: 4 kursî

Nifşê Nû: 2 kursî

PDK: 1 kursî

Komel: 1 kursî

Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê: 1 kursî

Yekgirtû: 1 kursî

MUSIL

PDK: 6 kursî

YNK: 1 kursî

KERKÛK

YNK: 6 kursî

Eniya Tirkmen: 3 kursî

Koalîsyona Ereb a Kerkûkê: 3 kursî

Li Başûrê Kurdistanê 6 partiyan encamên hilbijartinê îtiraz kiribûn, di rewşa ku encamên hilbijartinê nayê guhertin de hatibû ragihandin ku wê ev rewş derbasî pêvaja hilbijartinê ya li Iraqê neyê kirin. Tevî îtiraza 6 partiyan eşekre kirina encamên hilbijartinê, tê mereqkirin ku partiyên îtiraz kirî wê çi bertek nîşan bide.