ENAG: Enflasyona salane bûye ji sedî 129.27

ENAG'ê ragihand ku enflasyona mehane bûye 5.58, enflasyona salane jî bûye ji sedî 129.27. TUÎK'ê jî bi daneyên xwe radestî berevajî kir.

Aboriya welêt di bin desthilatdariya AKP-MHP'ê de her hildiweşe.

Saziya Stastîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) daneyên enflasyonê yên li ser meha Mijdarê eşkere kir.

Li gorî daneyên ENAG'ê Endeksa Buhayê Serfkaran (E-TUFE) mehan ji sedî 5.58 zêde bû. Zêdebûna 12 mehên dawî ya E-TUFE'yê jî ji sedî 129.27 bû.

Li gorî daneyên TUÎK'ê jî ku bi fermana desthilatdariyê dixebite, enflasyon meha Mijdarê li gorî mehek berê ji sedî 3.28, li gorî meha Kanûnê ya par ji sedî 60.09, her wiha li gorî heman meha salek berê jî ji sedî 61.98 û li gorî 12 mehan ji sedî 53.40 zêde bûye.