"Emniyeta Enqerê, gunehê parastina gunehkar dike"

"Emniyeta Enqerê, gunehê parastina gunehkar dike"

Birayê karkerê OSTÎM Ethem Sarisuluk ê di dema protestoya li dijî dijwariya polêsan de bi guleya polêsekî bi giranî birîndar bû, Mûstafa Sarisuluk got, "Ethem ji bo vî gelî daket kolanan û têkoşiya. Ethem komunîst bû, Marksîst Lenînîst bû. Ethem 'talanker-çapûlcû' bû." Parêzerê Sarisuluk Bayraktar jî da xuyakirin ku emniyeta Enqerê bi teslîm nekirina polêsê li Ethem da, gunehê parastina gunehkar dike.

Di encama têkoşîna jiyanê ya 11 rojan de, Ethem Sarisuluk doh ji aliyê mejî ve jiyana xwe ji dest da û li ser vê yekê malbata Sarisuluk û parêzerê wêi Kazim Bayraktar li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Nimûne daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di dema protestoyên li dijî dijwariya polêsan a li hemberî gelê Parqa Geziyê ya Taksîmê de, di 1'ê Hezîran de polêsekî li qada Kizilayê ji navbereke kin gule berda serê karkerê OSTÎM'ê yê 27 salî Ethem Sarisuluk û ji serê xwe birîndar bû. Sarisuluk ê bi rewşeke giran ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Nimûna ya Enqerê, piştî ku fonksiyonên xwe yên dil wenda kir, doh ew mi maşîna diyalîzê ve hatibû girêdan.

Piştî ku hat bihîstin mejiyê Sarisuluk miriye, li gel gele partiyên siyasî, parêzvanên mafên mirovan, malbat û hevalên Sarisuluk gelek kes li ber nexweşxaneyê kom bûn û li vê derê birayê Sarisuluk Mûstafa Sarisuluk daxuyaniyek da çapemeniyê. Sarisuluk got, "Ethem ji bo vî gelî daket kolanan û têkoşiya. Ethem komunîst bû, Marksîst Lenînîst bû. Ethem 'talanker-çapûlcû' bû. Divê jin mêr, zarok, kal, ciwan herkes têkoşîna Ethem dewam bike. Ethem nemiriye. Ethem li Taksîmê, li Enqerê, li Kurdistanê li bendan dijî. Dewleta kujer, bêguman wê hesab bide."

PRZ. BAYRAKTAR: EMNIYET GUNEHÊ PARASTINA GUNEHKAR DIKE

Parêzer Kazim Bayraktar der heqê rewşa huqûqî ya mijarê de agahî da ANF'ê û diyar kir ku li cihê Ethem birîndar bûye, keşif hatiye kirin û li 3 şahindan hatiye guhdarîkirin. Parêzer Bayraktar got, "Li cihê ku Ethem birîndar bû, polêsek fîşekê hem berdide hewa hem jî berdide xwepêşandêran. Di dîmenan de jî tê dîtin, ji nêz ve fîşekê berdide. Tevî ku ev hemû di dîmenan de heye û li gel daxwaza dozger jî Emniyeta Enqerê nasnameya bersûc vedişêre û bi parastina gunehkar re gunehan dike."

Parêzer Bayraktar da xuyakirin ku ewê sibê saet di 12.00'an de li Edliya Enqerê giliyê Waliyê Enqerê, Mudurê Emniyetê û Mudurê Şûbeya Polêsan a Hêza Çewîk bikin.

SEROKWEZÎRÊ TIRK SINYALA MIRINÊN NÛ DIDE

Ji 28'ê Gulanê û vir ve bîlançoya êrişa polêsan a li gelemperiya Tirkiyê giran dibe û li gel vê yekê jî Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan bi gotina "Ev kar wê di nava 24 saetan de biqede. Hêzên me yên ewlekariyê wê êdî gelekî cûda tevbigere" sinyala mirinên nû dide. Li stenbolê ji ber wesaîta polêsan lê ket Mehmet Ayvalitaş, li Hatayê ji ber bombeya gazê li serî ket Abdûllah Comert, li Enqerê ji ber bombeya gazê karker Îrfan Tûran û li Enqerê ji ber guleya polêsan Ethem Sarisuluk jiyana xwe ji dest dan. Li Edenê jî, polêsekî dabû dû xwepêşandêran ji devereke bilind ket û jiyana xwe ji dest da. Di êrişan de çavê 6 kesan kor bû. Li gelemperiya welêt 4 hezar û 335 kes birîndar bûn.