Emniyet li çapemeniyê hat qedexekirin!
Emniyet li çapemeniyê hat qedexekirin!
Emniyet li çapemeniyê hat qedexekirin!
Xebatkarên çapemeniyê dê ji îro û pê ve nikaribin bikevin emniyetê.
Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê ragihand ku ji îro û pê ve ketina xebatkarên çapemeniyê bo emniyetê hatiye qedexekirin. Bi daxuyaniyê re hat ragihandin ku bi vê pêkanîna li gelemperiya Tirkiyê derbasdare re, dê endamên çapemeniyê ji îro û pê ve nikaribin bikevin avahiyên xizmetê yên muduriyeta emniyetê.
Li dû daxuyaniyê ji rojnamevanên li avahiyên emniyetê yên Vatan û Gayrettepe'yê wezîfeyê dikin hat xwestin, ku kartên xwe yên ketina hundir radest bikin.