‘Emê têkoşîna xwe heta azadiya Rêber Apo bimeşînin’

‘Emê têkoşîna xwe heta azadiya Rêber Apo bimeşînin’

Mîhrîcana Şenyayla ya yekemîn a bi dirûşmeya ‘Bi Jiyanek azad rizgariya demokratîk’ dest pê kir. Gerîlayên hatin Şenyaylayê diyar kirin ku pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin divê ji aliyê her kesî ve hewldan bê dayîn û  gotin bi hêviya ku  bi Rêber Apo re li ser Sûrên Amedên cem hev.

Yekemîn Şahiya Şenyalla ya bi hevkariya Şaredariya Pasûrê û ya Şaredariya Mezin a Amedê ve pêk tê bi tevlibûna hezaran kesî pêk hat. Parlamenterên BDP’ê Nursel Aydogan, Sirri Sakik, hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut, şaredarê Pasûrê Mehmet Nesîm Şîmşek, rêxistinên civaka sivîl yên Amed, Êlih, Sêrt, Bedlîs,  Çewlîk, Stenbol, Enqere, Îzmîr û Agiriyê tevli bûn.  Li qadê pankarta ‘Em meşa azadiyê slav dikin, ji qasidên aştiyê re silav’ hatin daliqandin.

Girseya li Şenyaylayê hatin cem hev dirûşmeyên ‘Bê seroj jiyan nabe’, ‘PKK Gel e, geli vir e’ hatin berzkirin. Posterên Ocalan û alên PKK’ê hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê hunermendên herêmî derketin ser dîkê.

Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan axivî û got pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin pêvajoya azadiyê ye û got: “Ev 30 sale operasyonan gelê kurd têk nebir û têk nabe jî. Em serkeftina gelê kurd li vir dibînin. Kî dikare vê coşê qut bike.hêza tu kesî têr nake.”

Di saetên êvarê de komeke gerîlayên HPG’ê hatin qadê û girse slav kirin.  Gerîla derketin ser platfromê û li ser navê gerîlayan Baran Botan axivî û got: “Em nûnerên herî mezin yên Rêberê Apo, ciwan, jin û gelê welatparêz îro li vir piştgiriyê didin pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin. Em hêzê didin Rêber Apo.”

Botan wiha got: “Di vê pêvajyê de pêşengê me yê herîm ezin Rêber Apo berpisyarî girtiye ser xwe. Divê em jî vî barî bigirin ser milê xwe. We îro li vir piştgiriya xwe daye. Heta azadiya Rêber Apo dê bimeşe. Heta înşakirina jiyaneke azad em dê bi hev re têkoşînê bidin. Divê keda her kesî tê de hebe. Bi taybet divê cerdevan wijdana xwe bidarizînin. Divê çekên xwe danîn.  Divê her kes peywira xwe bîne cih. Divê em ji şaşiyên xwe yên 30 salan dersê derbixin û pêvajoyê bigihînin serkeftnê.

DIVÊ EM JI HER DEMÊ ZÊDETIR XWEDÎ LÊ DERKEVIN

Botan da zanîn ku divê ji her demê zêdetir em xwedî lê derkvin û got: “Divê em xwedî li pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin derkevin. Peywir û mîsyona xwe bînin cih. Di serî de PKK, dayikê Aştiyê, ciwan, rewşenbîr û aliyê bi hestiyar pêvajoyê pêşve bibin. Ewlehiya me ya herî mezin Rêber Apo û baweriya me ye. Geşedanên li Rojhilata Navîn, tirkiye, Ewropa û DYA’ê îflaskirine. PKK’ê serkeftina xwe nîşanê hemû cîhanê daye. Divê esasê de baweriya me eve ku gelê me dê mîhrîcana Şenyaylayê biguherin mîhrîcana azadiyê.

Piştî daxuyaniyê girseyê bê navber dirûşpme berzkirin û govend gerandin.