'Em ti carî weke welatiyên bingehîn nehatin dîtin'

Serokê Federasyona Komeleyên Suryaniyan Evgîl Turker diyar kir, ku ji windakirina Şîmonî û Hurmuz Dîrîl heta bi Qirkirina 1915'an Suryanî li ser vê xakê her tim bi tirs û fikar in.

Beriya niha bi 105 salan, di dema qirkirina Suryaniyan de ya sala 1915'an, nêzî 250 hezar Suryaniyên li Împaratoriya Osmaniyan hatin kuştin. Ji vê qirkirinê tenê 25 hezar Suryanî li Tirkiyeyê man. Nêzî 15-20 hezar ji wan li Stenbolê ne. Derdora 3 hezar jî bi giranî li Mêrdînê û derdora wê ne.

Serokê Federasyona Komeleyên Suryaniyan Evgîl Turker ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist, ku bi taybetî di destpêka salên 2000'î de vegera Suryaniyan çêbû. Evgîl Turker diyar kir, ku di sala 2008'an de bi meseleya li Keşîşxaneya Mor Gabrîel re Suryanî ji nû ve ketin nava tirs û fikarê; bi têkçûna pêvajoya çareseriyê re jî veger bi temamî betal bû. 

MALBAT HÎN JÎ LÊ DIGERE

Suryaniyên ku dema dawî bi taybetî bi windakirina Hurmuz û Şîmonî Dîrîl careke din ketin rojevê, zehmete ku mirov bêjin guhertineke mezin çêbûye. Evgîl Turker diyar dike, ku ev tablo ji avabûna komarê heta windakirina her du hevserên extiyar, bi zîhniyeta tekperest didome.

Şîmonî û Hurmuz ên 65 salî yên ji civata Katolîk a Keldanî, di Çileyê de li Şirnexê hatin windakirin. Di ser windakirina wan re 6 meh derbas bûn. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl meha Adarê hate dîtin, lê yê hevserê wê Hurmuz Dîrîl ê 71 salî hîn jî winda ye. Hêviyên li ser jiyana Hurmuz Dîrîl kêm dibe. Malbata Dîrîl hewl dide dengê xwe bide bihîstin, bi taybetî li medya dîjîtal.

'EM TIMÎ BI TIRS Û FIKAR BÛN'

Turker bi bîr xist ku Qirkirina Suryaniyan di 15'ê Hezîranê de kete sala 105'an û ragihand, ku "Ev qirkirina ku hate kirin, ji bo Suryaniyan meseleyeke nasnameyê bû. Divê rûbirûbûn bi vê qirkirinê re çêbibe. Wê demê kîjan rayedarên dewletê wezîfe kirin, çi kirin yan jî kîjan eşîrên herêmî tevkarî kirin, divê ev hemû bên zelalkirin. Derdê Suryaniyan ax an jî tazmînat nîne. Em dixwazin hesabê vê yekê bê dayin. Gelo kiryarên windakirina malbata Dîrîl kî ne? Ji bo careke din tiştekî wiha nebe û civaka Suryanî rehet be, ev yek pêwîst e.

Ji aliyê koçberkirinê ve bêguman Qirkirina 1915'an ji bo Suryaniyan meseleyeke bingehîn e. Lê belê bi komarê re mexdûrê herî girîng ê gotina afirandina yek neteweyê, Xiristiyanên li vê xakê ne. Polîtîkayeke ku li derveyî xwe dihêle hate meşandin. Rûm, Ermen, Suryanî, Êzidî, Elewî bûn hedefa vê polîtîkayê. 90 sal derbas bû, her wiha hindik maye ku bibe 100 sal, lê belê navber nedane vê polîtîkayê.

Di destûra bingehîn de xala 'her kes wekhev e' heye. Lê belê di pirtûka sor a dewletê de ku ne fermî ye, rewşeke bi vî rengî nîne. Me tu carî xwe weke welatiyên bingehîn nedîtin. Eger me tiştekî wiha hîs kiribûya, nêzî 300 hezar Suryaniyên Tirkiyeyî wê koçî Ewropayê nekiribûna. Em timî bi tirs û fikar bûn. Binerin li tevahiya Tirkiyeyê nifûsa me 25 hezar jî nemaye. Di destpêka sala 2000'î de vegerek çêbû. Lê belê di sala 2008'an de bi meseleya Keşîşxaneya Mor Gabrîelê re Suryanî ji nû ve ketin nava tirs û fikaran. Bi têkçûna pêvajoya çareseriyê re veger ji nû ve qut bû. Atmosfera ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê rû da di vir de bi bandor bû."