'Em tekoşîna aştiyê xurt bikin, piştgiriyê bidin HDP'ê'
Navenda Giştî ya HDP'ê, encama civîna pêkhateyên HDK-HDP'ê ya 3'ê Tebaxê bi encamnameyê aşkera kir.
Navenda Giştî ya HDP'ê, encama civîna pêkhateyên HDK-HDP'ê ya 3'ê Tebaxê bi encamnameyê aşkera kir.
Di encamnameyê de hat gotin, "Weke nûnerên pêkhateyên HDK-HDP, hevserokên giştî, hevberdevk û serokên giştî, em 31 ciwanên sosyalîst ên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin û destnîşan dikin ku heta hemû têkiliyên li pişt vê komkujiyê bên aşkerakirin û edalet bi cih were anîn, em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê destûrê nedin ku hikûmet ji bo berpirsyariya xwe ya di vê komkujiyê de binixumîne, komkujiyê bide ji bîrkirin û ji ciwanên me yên jiyana xwe ji dest dan HDP'ê berpirsyar nîşan bide."
KOMKUJIYA ZERGELÊ Û POLÎTÎKA ŞER A AKP'Ê
Di encamnameyê de 10 gundiyên di komkujiya li gundê Zergelê yê Qendîlê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û ev komkujiya ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hat kirin, hat lanetkirin.
Di encamnameyê de hat ragihandin ku Erdogan bi şerê îlan kiriye re dixwaze hêviyê aştiyê yên civakê careke din binpê bike, mafên polîtîk û azadiyan betal bike û hat gotin, "Ji bo sekinandina vê rêveçûna tarî em bang dikin ku agirbesta dualî pêk were û li ser bingeha Mutabaqata Dolmabahçeyê muzakere bê meşandin.
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku armanca vê polîtîkaya şer ji aliyê esasî ve Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye û bang li hemû pêkhateyên HDK û HDP'ê hat kirin ku li dijî van êrîşan bi hev re têkoşîneke xurt bimeşînin. Di danezanê de hat gotin, "Em bang li hêzên ked, aştî û demokrasiyê dikin ku têkoşîna aştiyê xurt bikin û piştgiriyê bidin HDP'ê."