Em piştgiriya grevê dikin

Em piştgiriya grevê dikin

Şaxa SES a Edeneyê diyar kir ku piştgiriyê didin greva KESK'ê ya di 19'ê Kanûnê de û banga piştgiriyê li her kesî kir. 

Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Şaxa Edeneyê têkildarî biryara greva 19'ê Kanûnê ya ji aliyê KESK'ê ve li avahiya sendîkayê civîneke çapemeniyê li dar xist. Serokê Şaxa SES'ê ya Edeneyê Muzaffer Yuksel, polîtîkayên tenduristiyê yên 11 salan ên hikûmeta AKP'ê rexne kir. Yuksel got, ew greva 19'ê Kanûnê ya KESK'ê destek dikin û banga piştevaniyê li welatiyan kir.