Em jî dixwazin wek dayikên Kobanê, çek rakin
Em jî dixwazin wek dayikên Kobanê, çek rakin
Em jî dixwazin wek dayikên Kobanê, çek rakin
Rizgarî, yek ji gundên Kakaî yê bi ser Daqûq-Kerkûk'ê ve ye. Bi dehan malên Kakaî yên ku ji ber hovîtî û dagirkeriya DAIŞ'ê neçarî koçberiyê bûne, berê xwe dane gundê Rizgarî. Gundê Rizgarî jî singa xwe ji gelê xwe re vekiriye û koçberên gundên cîran pêşwazî dike.
Em hinek di nava gund de geriyan û me li dayik û keçên ciwan ên ku koçberî gundê Rizgarî bûne guhdar kir. Jina bi navê Sîlwe û du keçên ciwan ên bi navê Lawa Erkan û Jala Amir jî koçber bûne û niha li gundê Rizgarî dijîn.
Di serî de jina bi navê Sîlwe hest, raman û daxwazên xwe bi me re parve dike. Dayika Sîlwe tîne ziman ku ew hê beriya 10 salan ji ber rejîma Baasê koçber bûne, vê carê jî ji ber hovîtiya DAIŞ'ê rastî destavêtin, qetilkirin û dagirkeriyê tên û neçarî koçberiyê dibin.
JI BO DAIŞ DEST NAVÊJE ME, DIVÊ EM PERWERDEYÊ BIBÎNIN
Dayika Sîlwe ya ku dibêje êdî bes e, em nema dixwazin ji xaka xwe dûr bikevin, tîne ziman ku divê wek jin hewl bidin li dijî DAIŞ parastina xwe bikin û wiha bilêv dike daxwazên xwe; "Divê em tiştek bikin ku xwe biparêzin. Em wek jin dixwazin perwerdeyê bibînin, da ku em karibin xwe biparêzin, xaka xwe biparêzin û rêûresmên dînê xwe yê Kakaî biparêzin. Ji bo ku DAIŞ dest navêje me, ji bo ku dest navêje çand, xak û jiyana me divê em bi taybet wek jinên Kakaî xwe perwerde bikin. Ji bo xwe parastinê divê em jî hêzeke xwe ya parastinê ava bikin û xwe fêrî bikaranîna çekan bikin. Ma dema DAIŞ êrîş bike, emê çawa xwe biparêzin, divê em di serî de fêrî çek bikaranînê bibin, ji ber DAIŞ bi rengek herî hovane êrîşê me jinan dike. Em jî wek jin bi perwerda ku em ê bibînin divê em wek jin bi hêza xwe ya serbixwe li dijî wan şer bikin û xwe biparêzin. Ji xwe şerê ku îro gerîlayên jin li dijî DAIŞ didin meşandin, bawer nakim zilam karibe bide meşandin..."
DI ESAS DE DAIŞ KAFIR E, NE EM
Dayika Kakaî Sîlwe bêrêzîtiya DAIŞ'ê ya li dijî dînê Îslamî û tevahî baweriyan wiha bi lêv dike; "DAIŞ bi navê Îslamê êrîşî mirovahiyê dike. Lê belê tu têkiliya wan bi Îslamê re nîne. Mizanin Îslamtî jî çi ye. Ger zanîbana, bi dehan mizgeft û cihên baweriyên cuda xera nedikirin. Esas kafir ew in."
WAN CANÊ XWE KIRINE MERTAL JI BO ME
Dayika me Sîlwe hatina hêzên jin ên YJA Star dinirxîne û tîne ziman ku ew bi hatina hêzên YJA Star serfiraz in. Dayika Sîlwe wiha berdewam dike; "Ez bi hatina gerîla bi taybet bi hatina gerîlayên jin pir serfiraz im. Ew şêrejin in, bi hatina wan re rewşa me baştir bû. Êdî çavên me her li ser wan in. Bi rastî piştî êrîşên DAIŞ'ê, me go tiştek me nema, lê dema me PKK dît, me gerîlayên jin dît, bîr û baweriya me xurtir bû. Wan canê xwe kirine sîper ji bo parastina me. Divê em jî wek jinên Kakaî, bikevin nava hewldanan û li kêleka gerîlayan xwedî li erka xwe derkevin û xaka xwe, jiyana xwe, çand û hebûna xwe biparêzin. Ji ber ev erka parastinê, erka me hemûyan e. Divê em jî mîna gerîlayên jin, xwe xurtir bikin. Gerîla bû mînak ji bo Kurdan, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê. Ji ber wê divê em xebat bikin û her çar parçê Kurdistanê bikin yek."
DIVÊ DAIŞ BI ÇAVÊN JINEKE REBEN LI ME NEMEYZÎNE
Dayika Sîlwe tîne ziman ku divê wek berê bêçare nemînin û wiha didomîne gotina xwe; "Divê em wek berê li beramberî êrîşên DAIŞ'ê bêdeng nemînin. Ma qey tenê ez ê xwe amade bikim û birevim?! Êdî bi re vê nabe. Ango ew ê bê şûna te bigre û tê jî neçar bî, koçberî welatek din bibî. Divê em wisa kar bikin û xwe perwerde bikin ku, wek jin xwe bispêrin hêza xwe ya cewherî. Ji xwe wek neteweya Kurd jî kes ne dilsozê me Kurdan e. Sibê DAIŞ nebe, wê hêzek din a çete derxin li beramberî me û dijminahiya me Kurdan bikin. Ji ber wê divê em Kurd bibin yek, xwe bi hêz bikin. Nabe em rûnin û sêr bikin ka kengî DAIŞ hat û em bitirsin û birevin. Na! divê em fêr bibin ka çawa ewlekariya xwe bigrin û xaka xwe biparêzin. Çima em ê xaka xwe, xaka dê û bavên xwe radestî hêzeke wisa ya çeteyên ku ji Siûdî û Amerîka hatine bikin?!... Divê DAIŞ bi çavê jineke reben, neçar, bêhêz li me nemeyzîne. Divê em wisa xwe xurt bikin ku DAIŞ bizane, ger êrîş bike wê şêrejinan li beramberî xwe bibîne. Divê em Şengaleke din li tu cihek din ê Kurdistanê nedin jiyîn, nedin dubarekirin. Ji ber wê em wek dayikên Kakaî dixwazin tevî keçên xwe yên ciwan perwerde bibînin."
Jina bi navê Sîlwe bangî tevahî jinan dike da ku hêza xwe ya veşartî derxin holê û li dijî êrîşên ku di şexsê jin de jiyanê hedef digrin bi yek dengî bêjin, ÊDÎ BES E û bi vê peyamê dawî li gotina xwe tîne;
DIVÊ EM ERKÊN XWE ZÊDETIR BIKIN
"Peyama min ji bo tevahî jinan, bi taybet jî ji bo jinên Kakaî ew e ku, divê êdî em hewl bidin ji bo fêr bibin çawa xwe biparêzin. Divê hewldanên me û daxwazên me yên perwerdeyê bilind bibin. Wek jinên Kakaî, divê em diyar bin di nav tevahî neteweyên din de. Bila cîhan li me sêrke û bêje ew jinên Kakaî çi jîr in, dev ji xaka xwe bernadin. Mînak weke Kobanê, Kobanê bû sembol ji bo tevahî Kurdan û ji bo cîhanê. Ji xwe li Kobanî piraniya fermandar jin in. Çima em wek jin rûniştîne, ma qey karê me, tenê karê malê ye. Na! divê em erkên xwe zêdetir bikin. DAİŞ ji her çar milan ve em dorpêç kirine. Tevahî Kakaî di nava metirsiyê de ne. Derdor me tijî DAIŞ'î ne, tu nizanî wê kîjan deqeyê bên ser te. Ji ber wê em dibêjin, ger em perwerde bibînin, fêr bibin û amade bin, wê demê qet pirsgirêk nîne, yanî dema êrîşî me bikin, yê me jî wê çeka me ya parastinê hebe. Em ê jin bi xwe tevahî destên gemar ên ku dirêjî me dibin qut bikin û ji holê rakin. Ji ber wê jî bangî tevahî jinan dikim ku li dijî êrîş û komkujiyên ku bi taybet jinê dixin hedef bibin yek deng û bêjin ÊDÎ BES E...
Di dawiyê de jî dixwazim ji her kes re bêjim ku PKK û gerîlayên jin di esas de tevahî jinan, tevahî mirovahiyê diparêzin. Ez daxwaz dikim û bi bawerim ku wê gerîlayên jin di demek herî Kurt de perwerde bidin me. Wê demê emê bi hêztir bibin. Silav û rêzê xwe dişînim ji bo tevahî gerîla û bi taybet ji bo Rêber Apo. Hêvîdar im Rêber Apo azad bibe û tevahî kurd şad bibin. Em her bendewarên wê rojê ne."
Du keçên ciwan ên Kakaî jî hest û ramanên xwe, her wiha daxwaza xwe ya ji bo perwerdeyê û peyamên xwe bi me re parve kirin.
EM HÊVÎDAR IN KU JIN XWE JI DESTÊ DAIŞ BIPARÊZIN
Keça bi navê Lawîn Erkan bi gotina strankekê hesret û bêrîkirina xwe ya ji bo Kurdistanek azad anî ziman û wiha bang li jinên ciwan kir; "Ez wek keçeke ciwan hêvîdar im ku tevahî jin karibin xwe biparêzin ji destê DAIŞ. Ez bi strana bi navê "Li ser xaka xwe mam" dikim diyarî ji bo Kurdistan û hêvîdar im ku her em ê bi serbikevin."
Keça ciwan a bi navê Jala Amir jî wiha daxwaz û peyama xwe bi me re parvekir; "Hêvîdar im Kurdistan bi ser bikeve. Ez jî dixwazim bibim jineke serberz ji bo welatê xwe. Banga min ji bo jinên Kakaî û ji bo tevahî jinan ew e ku bila xwe nedin dest DAIŞ. Ger xwe bikujin, sed qet baştirîne ku xwe bidin destê DAIŞ. Peyama min jî ew e ku em jin tevahî li dijî DAIŞ şer bikin heya em tevahiyan têk bibin."