'Em hîn bêhtir xwedî li têkoşînê derkevin'

Şehîdên Dersimê li bajarê Gävle yê Swêdê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Di merasîmê de Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal axivî û got, "Li dijî êrîşên qirkirinê divê em hîn bêhtir xwedî li têkoşînê derkevin."

Şehîdên Dersimê Ronî Mûnzûr (Mahmut Laçîn), Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) û Tarik Artvîn (Bariş Oner) ku di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn, li bajarê Gävle yê Swêdê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bajarê Gävleyê Mûazzez Batte di merasîmê de axivî. Li ser navê malbatên şehîdan Şanaz Batte axivî û got, "Zarokên me bê fikar canê xwe ji bo mafê xwe didin. Divê em jî bêhtir têbikoşin û xwedî li bîranîna wan derkevin."

Xizmê şehîd Ronî Mûnzûr Naîm Serhedîn, jiyan û pêvajoya Mûnzûr ya tevlîbûna nav refên têkoşîna azadiyê vegot.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo fetisandina Tevgera Azadiyê û tunekirina destketiyên Gelê Kurd 24 saetan êrîş dike. Kartal got, "Ev şer dihêle krîza aborî kûrtir bibe. Heke krîza aborî bê çareserkirin wê pirsgirêka Kurd jî çareser bibe, heke Erdogan şer kûr bike û jêderên aborî biqedîne, wê winda bike." 

GELÊ ME XWEDÎ HÊZ Û BIRYARA BERXWEDANÊ YE

Kartal diyar kir ku  dewlet ji bo qelsiya xwe veşêre, şerekî psîkolojîk dimeşîne û wiha pêde çû, "Erdogan û dewleta Tirk dixwaze gelê me bitirsîne û radest bigire. Lê belê kevneşopiya berxwedanê ya Rêber Apo afirandî heye. Hêz û biryara gelê me ya berxwedanê heye. Gelê me xwedî vê hêz û potansiyelê ye. Lewre bang dikim ku gelê me bêhtir têkoşînê geşk bike."

Kartal biryara DYA'yê ya  derbarê her sê rêveberên PKK'ê û pêşengên gelê Kurd de jî rexne kir û got, "Bêguman ev biryar girîng e, lê belê me tim got ku em ne bi hêza DYA'yê li ser piyan in, ji bo ku em bi hêz in DYA li Rojava bi me re 'tifaq' çêkir û Tirk jî helwesteke dijminane nîşan dide."