Li Amed, Êlih û Bedlîsê kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan, diyar kir ku li hemberî komkujiya Roboskiyê derketin peywirdariya mirovahiyê ye û wiha got: "Ez bang hemû kesî dikim ku peywira xwe bi cîh bînin."
AMED
Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, di salvegera komkujiya Roboskiyê de bang li hemû kesî kirin ku derkevin qadan. Aydogan, anî ziman ku ligel lêgerîna malbatên Roboskiyî ya edaletê hikûmeta AKP'ê bêsamimiyet nêzîk bû. Aydogan, da zanîn ku divê li her aliyê Tirkiyeyê raya giştî ya demokratîk ji bo Roboskiyê derbikevin qadan û wiha got: "Em bang li hemû kesî dikin ku tevlî bernameyên biranîna ji bo Roboskiyê tên lidarxistin, bibin dikin. Li hemberî komkujiya Robsokiyê derketin pewyirdariya mirovahiyê ye. Ez bang li hemû kesî dikim ku peywira xwe bi cih bînin. Bi taybet jî gelê Amedê divê helwesta xwe nîşan bide."
Endamên Komeleya Xwendekarên Azad ên Zanîngeha Dîcleyê (DUO-DER) jî bi heman armancê li Fakulteya Endezyariyê pêşandana sînevîzyonê li dar xistin. Xwendekarên li ber fakulteyê hatin cem hev bi slogan û çepikan komkujî şermezar kirin. Li ser navê xwendekaran Emrah Engîn daxuyanî xwende û diyar kir ku balafirên şer ên TSK'ê welatiyên nanê xwe ji sînor derdixistin ji ber ku kurd bûn qetil kirin.
BEDLÎS
Rêxistina BDP'ê ya Bedlîsê jî têkildarî mijdarê de li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bedlîsê Şahîn Çoban, diyar kir ku ji bo kesên komkujî pêk anîn bên cezakirin dê li qadan têkoşînê bidin. Çoban, anî ziman ku ji bo 34 welatiyên hatin qetilkirin dê li Norşînê bîranînê li dar bixin.
ÊLIH
Xwendakarên zanîngeha Êlihê jî bi minasebeta salvegara komkujiya Roboskiyê çalekî li dar xistin û bûyer şermezar kirin. Çalekî li hewşa zanîngehê pêk hat û di çalekiyê wêneyên kesê ku jiyana xwe dest dane hatin hildan û dirûşmê dildariya têkoşîna wan hatin berzkirin. Li ser navê xwendekaran xwendekar Feyyaz Karaç daxuyanî xwend. Karaç, diyar kir ku mafê jiyanê gelek pîrozê û got her kes xwedî mafê jiyanê ye ku bijî. Karaç, anî ziman ku ew li hemberî hemû mirinanin û wiha got: Di 28ê kanûna 2011an de di encama bomberana balefirên artêşa tirk de, em bûn şahidê qeliyama ku heta niha bi vî rengî ne hatiye dîtin. Heta niha qatîlê van mirovê me ciwan û taze ne hatiye dîtin. Her tişt diyar ku li vî welatî qetliyam heye lê cezakirin tuneye. Êdî em dibêjin bes e. Karaç, destnîşan kir ew ji niha pê ve dixwazin her tişt bê ronî kirin û got ew naxwazin ku bila canê kêzikekî jî bê êşandin û da zanîn ku kuştina mirovahiyekî ya hemû mirovahiyê ye.
Karaç, da zanîn ku li Roboskiyê ne tenê carek ew 34 car mirovatî hatiye jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: Em bangî Serokwezîr dikin. Birêz Serokwezîr ma ne tu vî welatî bi rêve dibî? Lê belê ew balefirên şer di bin kontrola kî de ne? Li gor ku tu vî welatî bi rêve dibî, ew balefir jî di bin konrola te de ne. Bila mirin çê nebin û qatil bên cezakirin.
Piştî daxuyaniyê xwendekaran 5 deqîqeyan çalekiya rûniştinê li dar xistin û bê deng belav bûn.