‘Em ê şerê Hevrê Elî Çîçek’ mezin bikin!’
Tevgera Ciwanan, got: “Êrîşa li hemberî endamên TCM’ê bi tundî şermezar dikin, soza bilindkirina têkoşîna hevrêyên xwe didin.”
Tevgera Ciwanan, got: “Êrîşa li hemberî endamên TCM’ê bi tundî şermezar dikin, soza bilindkirina têkoşîna hevrêyên xwe didin.”
Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad daxuyaniyek nivîskî da, endamên Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) Hesen Şirnexî bi nasnav Huseyîn Kuluman û Elî Çîçek ên 28’ê Tebaxê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anî.
Daxuyaniya Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad wiha ye:
“Tevgera Azadiya Kurd di pêvajoyekî rewşa awart e derbas dibe. Di vê pêvajoya dîrokî de welatê me yê ku di 1.Şerê Cîhanê de bûye çar parçe û statuya wê ji dest hatiye girtin, şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike. PKK a ku li ser xeta azadiyê şer dike, berdêlên mezin dide, li ser rêya destkeftiyên azadiya Kurdistanê bibiryardarî ber bi pêş ve gav tavêje.
Têkoşîna azadiya ya di pêşengtiya Ciwanên Kurd de tê birêve birin, 40 sal in li dijî hemû êrîşên faşîst bi ruhê şoreşgerî û zanîstî şoreş û Şoreşa Kurdistanê gihandin van rojan. Tevgera Azadiyê ya çanda berxwedanê ya ji Zindana Amedê weke mîras girtî, li gorî pêwîstiya vê mîrasê di nava her şert û mercan de pêk aniye. Elî Çîçek ê milîtanê herî ciwan ê Zindana Amedê bû, rêya têde şaş nebû, ciwanên Kurd ên bi biryardarî di vê rê de meşiyan îro jî di rêya şoreşê de ji bo siberoj û azadiya hejar anû gelan li dijî paşverûtiyê şer dike.
‘MÎRASÊ STÊRKA SOR A ELÎ DEWIR GIRT…’
Tevgera Ciwanan a ku weke xwendekarên Rêber Apo bi berxwedana û mîrasê Stêrka Sor Hevrê Elî Çîçek girtî, bi biryardariya pêkanînê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê nîşan daye, vîna rizgarkirinê ya mirovan ji çirav, tarîtiya kapitalîzmê derxistiye holê. Di vê wateyê de mîrasê me ji Hevrê Stêrka Sor Elî Çîçek dewir girtî, ji bo hê mezintir bikin her roj Aliyên nû li refên şoreşê zêde bikin û dema pêwîst jî kir berdêl bidîn.
Hevrê Elî Çîçek, li bajarê Nisêbn ê warê berxwedêr û Serhildanê di malbateke welatparêz de tê dinê. Hevrê Alî yê ku hê di temenê biçûk de rastiya dijmin fêr dibe, di temenê zarokatiyê de weke her zarokeke yê Nisêbînê tola xwe ji kevirên li panzeran xistiye hilandiye. Di demê xwendina amadeyî de bi awayeke çalak di nava xebatên ciwanan de cih digire. Li vir hem xwe bi zanîsta şoreşgeriyê têr dike û hem jî hê zêde beşdarî nava xebatan dibe. Hevrê Alî yê ku şev û roja xwe dide xebatên şoreşê, ji aliyê hêzê faşîst ên Tirk ve tê girtin, li hucreyên êşkencexaneyan li ber xwe dide, weke şopdarê Hevrê Elî Çîçek ê ji bo xwe weke mîras girtî. Weke ciwanek zana yê Kurd, weke salên 1980’an weke Stêrka Sor ji vîn û girêdana xwe gav bi şûnde neavêtiye; berevajî vê kîn, hêrs û tol standiye. Hevrê Elî Çîçek ê ku xeyalên azadiyê hê mezintir dibe, ji ber sedemên ne di destê wî de berê wî dikeve Ewrpayê.
'LI DIJÎ PERGALA KAPÎTALÎST TEVLÎ TEVGERA AZADIYÊ BÛ'
Hevrê Elî ê bi hêstên mezin bi Rêbertî û Tevgera Azadiyê ve girêdayî bû, dema derket Ewropayê ev hêstên wî mezintir bû. Ji bo wî rastiya dijmin neguherî. Faşîzma TC'ê çûye, li cihê wê jiyana mêtinger a pergala kapîtalîzmê hatiye. Hevrê Alî ê ev fêm kir, qet dema xwe winda nekir û di nav Tevgera Ciwanên Azad de cih girt. Di demek kin de di hemû warî de xwe tev li xebatan kir û bi hişmendiyeke şoreşgerî xebitî. Şerê li Kurdistanê ji nêz ve hîs kir, ew mirina ruhî ya Ewropayê bû sedem ku Hevrê Alî hêj zêdetir li ser xwe hûr be. Di vê ponijandinê de sozek da xwe. Wê nehêle tu ciwan di nav vê pergala kapîtalîzmê de birize. Ji bo vê her tişt kir.
Hesreta Kurdistanê di dilê Hevrê Elî de her roj zêde bû, ji bo tolê hilgire, di 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo de berê xwe da Kurdistanê. Di wê zanebûnê de ye ku jiyaneke nû tenê dikare li çiyayên Kurdistanê ava bike, bi vê coş û kelecanê berê xwe dide dilê şoreşê.
'XWEDÎ SEKNEK FEDEKAR BÛ'
Hevrê Elî ji Kurdistanê dema hat Ewropayê, tu demê rastiya xwe û çanda xwe ji bîr nekir. Ew çand û exlaqê ji Tevgera Azadiyê wergirt, her dem parast. Hevrê Elî eynî wekî Stêrka Sor her dem bi fedekar, xwedî vîn û bi wêrekî tevgeriya. Hevrêyên xwe di kûrahiya dilê xwe de hîs kir û jiyana xwe pêre parve kir. Ev jî yek jî sedemên ku li derûdora xwe dihat hezkirin bû.
'EM Ê CÎHANÊ JI TARÎTIYÊ DERXIN'
Hevrê Elî çawa ku mîrateya Stêrka Sor Elî Çîçek ji bo xwe esas girt, em ê jî şerê Hevrê Alî mezin bikin û ji xwe re bikin mînak. Ji bo azadiyê çi pêwîst be, em ê ji bo gelê xwe û azadiya gelê xwe pêk bînin û tola xwe ji pergala kapîtalîst werbigirin. Em evîndarên azadiya kesên bindest, jin û ciwanan in. Ev têkoşîna azadiyê ya ku em îro li Kurdistanê didin meşandin, em ê bigihînin Rojilata Navîn, ji wir Ewropa û hemû cîhanê belav bikin. Armanca me ev e. Wê ti planên xayîn û alçax me ji rêya me venegerîne. Her çendî hêzên kontrayî bifikirin ku wan derbe li têkoşîna azadiya Elî Çîçekan daye jî, em wekî ciwanên Kurd em ê bibin Alî û vê şoreşa azadiyê bigihînin serî, cîhanê ji tarîtiyê rizgar bikin û bi Rêber Apo re jiyaneke azad dewam bikin."