Em ê nebin şêwirmedê Qesrê yê çapemeniyê!
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) girtina Şebnem Korûr Fîncanci, Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn li Qada Galatasarayê protesto kirin.
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) girtina Şebnem Korûr Fîncanci, Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn li Qada Galatasarayê protesto kirin.
Di protestoyê de peyamên Fîncanci, Onderoglû û Nesîn ên ku ji girtîgehê şandibûn hatin xwendin, rojnamegeran bal kişandin ku desthilatdariya AKP’ê dixwaze tevahî rojnamegeran wek şêwirmendên Qesrê yên çapemeniyê bibîne û ev peyam dan: “Ji bo mafê agahîgirtinê em vê red dikin, bîat nakin.”
Endamên TGS’ê bi armanca protestokirina girtina Şebnem Korûr Fîncanci, Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn ên ku ji ber bi armanca piştevaniyê tevlî kampanyaya Gerînendeyê Nobedar ê Weşanê ya rojnameya Ozgur Gundemê bibûn hatin girtin, li Qada Galatasarayê kom bûn, destnîşan kirin ku wê nebin rojnamegerên Qesrê. Di çalakiya ji aliyê polîsan hate dorpêçkirin de pankarta, “Rojnamegertî ne sûc e” vekirin, dowîzên “Heqîqet nayê hepskirin” rakirin û dirûşmeyên “Çapemeniya azad bêdeng nabe” qîr kirin. Li ser navê TGS’ê, Rojnameger Ahmet Şik daxuyanî xwend.
HEJMARA ROJNAMEGERÊN HATIN GIRTIN GIHIŞT 38’AN!
Şik, destnîşan kir ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê tevahî civak bi amûrên zext û dijwariyê hatiye dorpêçkirin, got: “Êdî hejmara kuştiya nema tê girtin. Bi deh hezaran mirov ketin rêya koçê. Xeyal, jiyan nîvco man.” Şik ragihand ku ji serê meha Çileyê ve 14 nûçegîhanên DÎHA’yê hatine girtin, hejmara rojnamegerên girtî gihiştiye 38’an. Şik got: “Rojnameger êdî ji buroyên rojnameyan zêdetir diçin edliyeyan.” Şik, bi bîr xist ku bi taybet dixwazin rojnameya Ozgur Gundemê bêdeng bikin, ji ber vê jî Fîncanci, Onderoglû û Nesîn girtin.
EM BÎAT NAKIN!
Ahmet Şik bal kişand ku rojnamegertî di bin xeterêyê de ye, got: “Desthilatdarî dixwaze tevahî rojnamegeran wek şêwirmendê Qesrê bibîne, ji ber mafê agahîgirtinê heye, em vê red dikin, bîat nakin.” Şik, banga demildest berdana Fîncanci, Onderoglû û Nesîn kir.
Piştî daxuyaniyê, Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe peyamên ku Fîncanci, Onderoglû û Nesîn bi rêka Komaleya Hiqûqnasên Azadîxwaz ji girtîgehan şandibûn xwend.
TIRSANDIN NÎNE, TÊKOŞÎN WÊ BIDOME…
Peyam wiha ne:
Şebnem Korûr Fîncanci: Ji her kesî re silav. Di pêvajoyek wisa de girtina me, nîşan dide ku em di rêya rast de ne. Girtina ji aliyê dewletê ve ji bo rûmetek e. Cihgirtina nav vê piştevaniyê de ji bo min rûmetek e. Tirsandin nîne, têkoşîn wê bidome…
Ahmet Nesîn: Eger bi girtinê difikirin ku em ê ji daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê vegerin, xwe dixapînin. Azadî, ne mijarek ewqas hêsan e ku ew fêm bikin. Eger demokrasî bihata fêrkirin, wê ev pêk nehatana.
Erol Onderoglû: Her tişt li gor ruhê pêvajoyê tevdigere. Eger girtina me li gor ruhê pêvajoyê be, em ê jî li gor ruhê pêvajoyê li ber xwe bidin. Her cure têkîliyên bi Kurdan re qut dikin, lê em ê nemaqûltiya xwe ya bidomînin.