'Em ê li ber mejiyê qedexekar serî netewînin'

Komîteya Amadekar a meşa "Rê ji faşîzmê re nîne! Azadî ji Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî re" helwesta polîsê Elman şermezar kir û got, "Em ê li ber zîhniyeta qedexekar a Elmanya serî netewînin. Têkoşîna me wê bidome."

Êrîşa polîsê Elman a duh li dijî meşa li Dusseldorfê hate kirin, ji aliyê gelek hêzan ve hate şermezarkirin.

Ji ber şîdeta polîsan a duh, gelek kes birîndar bûn û bi dehan kes hatin binçavkirin. Êrîşê danê sibehê dest pê kir û heta êvarê dewam kir. Kurdan ligel êrîşa polîsan jî ji biryardariya xwe venegeriyan, posterên Ocalan danexistin û mîtîngek pêk anîn. Komîteya amadekar a meşê li dijî êrîşa polîsan danê êvarê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dusseldorfê civîneke çapemeniyê li dar xist. Nûnerên gelek saziyan tevlî civînê bûn û nerazîbûn nîşan dan.

'EM LI DIJÎ DEWLETA ELMANYAYÊ DEST BI KAMPANYAYÊ DIKIN'

Daxuyanî bi zimanên Kurdî û Tirkî hate dayin. Di destpêkê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç axivî, bal kişand ser berxwedana li dijî polîsên Elman û got, "Îro ev der bi ruhê berxwedana xwerêveberiyê û Gezî veguherî qada berxwedanê ya Dusseldorfê. Dewleta Elman bi qedexekirina posterên Ocalan û sembolên Kurd û şoreşgeran, hewl da pêşî li me bigire. Lê belê bi berxwedana gelê me pêşî li vê yekê hate girtin. Bi navê komîteya amadekar em her kesên li ber xwe dan silav dikin. Gelê me mesaj daye ku di nava her şert û mercî de ew ê xwedî li rêberê xwe derkeve. Berxwedana li dijî hovîtiya polîsan bi saetan dewam kir. Êrîşeke mezin hate kirin. Bi gaz, ço û TOMA'yan êrîş kirin, lê gelê me dest ji çalakiya xwe berneda. Dirûşmên 'Bijî berxwedan', 'Bijî Serok Apo' hatin qîrîn. Em jî gelê xwe silav dikin."

Koç da xuyakirin ku wê li dijî dewleta Elman têbikoşin û got, "Weke komîteya amadekar em ê 11'ê Mijdarê li hev bicivin û li dijî dewleta Elman dest bi kampanyayekê bikin."

'ME ROJEKE DÎROKÎ DÎTIN'

Hevserokê AvEG-Konê Bakî Selçûk jî li ser naveroka meşê agahî da û got, "Ji sala 1999'an û vir ve Ocalan tecrîdkirî ye. Ev sal û nîvek e hevdîtin pê re nayê kirin. Ti sparteyeke hiqûqî ya vê yekê nîne. Gelê me bi berxwedaneke mezin li ber êrîşan rabû. Me rojeke dîrokî dîtin. Ji ber ku gelê me li dijî êrîşan xwedî li rêberê xwe, al û armanca xwe derket. Navenda bajêr veguherand qada berxwedanê, mîtînga xwe pêk anî û peyama xwe da. Danê êvarê bi însiyatîfa xwe dawî li mîtînga xwe anî."

Selçûk diyar kir, Elmanya ji ber berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re demokrasî daniye aliyekî û destnîşan kir, ku wê ji niha û pê ve li Elmanyayê bi rengekî cidî têkoşîna ji bo demokrasiyê bimeşînin.

'EM XWEDÎ LI OCALAN Û HEMÛ GIRTIYÊN POLÎTÎK DERKETIN'

Hevserokê ATÎK'ê Suleyman Gurcan jî bal kişand ser hevdîtina wezîrên karên derve yên Tirkiye û Elmanyayê û got, "Biryara ku di vê hevdîtinê de hate dayin li Dusseldorfê bi cih hate anîn. Lê belê bi berxwedan û sekna hevpar re ev biryara wan hate pûçkirin. Weke hêzên demokrasiyê me îro li kolanên Dusseldorfê careke din nîşan dan ku em bi Ocalan û hemû girtiyên polîtîk re ne."

Hevseroka NAV-DEM'ê A yten Kaplan da zanîn, ku zîhniyeta qedexekar a Tirkiyeyê li Elmanyayê jî li ser kar e û got, "Gelê Kurd dest ji vekirina posterên Abdullah Ocalan ku weke vîna xwe ya siyasî dibîne, berneda. Gelê Kurd bersiva pêwîst daye dewleta Elman."

Ji aktîvîstên TJK-E Yildiz Fîlmcî jî diyar kir ku êrîşên dewleta Elman ne tenê îro hatine kirin û ragihand, ku li dijî vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke xurtir heye.

Bi navê Partiya Çep û Kesk Mehmet Cengîz jî da xuyakirin ku polîtîkaya li Tirkiyeyê li dijî akademîsyen û hêzên demokrasiyê hate meşandin li Elmanyayê jî dewam kir û êrîşên dewleta Elman şermezar kir.

Ji Devrîmcî Partî jî Huseyîn Ateş destnîşan kir ku li Dusseldorfê hatiye nîşandan bê têkoşîna hevpar divê bi çi rengî be û got, pêwîste ev yek dewam bike.