Em ê heya dawiyê li pey doza wan bin
Em ê heya dawiyê li pey doza wan bin
Em ê heya dawiyê li pey doza wan bin
Ji bo gerîlayê PKK’ê Beşîr Altay ê di sala 1997’an de li gundê Zengîlok ê girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê di şerekî jiyana xwe ji dest dabû û berî niha bi çend rojan agahiyên nasnameya wî hatin aşkerakirin ji aliyê malbatê ve mewlûd hat dayîn. Li Kopê jî ji bo şervanê YPG'ê Sedat Topcu (Seyîtxan Mûş) mewlûd hate xwendin.
Di mewlûdê de di nav de nûnerên MEYA-DER, DBP û HDP’ê yên Hezexê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ku hebûn gelek welatî beşdarî mewlûdê bûn.
Rêvebera MEYA-DER’ê Ayşe Hezer, Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Hezexê Fîzan Geçer û li ser navê malbatê jî xwişk û birayên gerîlayê PKK’ê Şemsê û Fikret Altay axivîn. Di axaftinan de kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn û behsa berxwedana Kobanê hat kirin.
JI BO ŞERVANÊ YPG'Ê SEDAT TOPÇU (SEYÎTXAN MÛŞ) MEWLÛD HATE XWENDIN
Li Kopê ji bo şervanê YPG'ê Sedat Topcu (Seyîtxan Mûş) mewlûd hate xwendin.
Li navçeya Kopa Mûşê li ji bo şervanê YPG'ê Sedat Topcu (Seyîtxan Mûş) di roja dawî ya konê sersaxiyê de mewlûd hate xwendin. Rêveberên DBP'ê yên Kopê, Melezgirtê û bi sedana welatî tevlî mewlûdê bûn. Li qada mewlûd lê hate xwendin de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên şervanên YPG'ê hatin daliqandin. Piştî mewlûd ji aliyê mela ve hate xwendin ji bo kesên di têkoşina azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin. Li cihê mewlûdê hevşaredarê Kopê Rehmî Çelik axaftinek kir. Çelik diyar kir ku bi berxwedana Kobanê re gelê Kurd xwe îspat kir ku aktorek yê Rojhilata Navîn e, bi salan e şer û pevçûnên li ser vê axê hatine jiyîn, wê ji aliyê gelê Kurd ve "dadwerî û azadî" were avakirin.
Bavê şervanê YPG'ê Alî Topcu ji axaftinek kir û bilêv kir ku rexmê kurê min zewîcandî jî bû ew tevlî berxwedana têkoşina azadiyê bû. Topcu anî ziman ku kurê wî malbata xwe hişt û tevlî şoreşa mafdar a gelê kurd bû û wiha got: "Em ê heya dawiyê li pey doza Sedat û rê hevalê wî bin û şopdarê têkoşîna wan bin."
Dayika şervanê YPG'ê Kadriye Topcu axaftinek kir û xêrhatina kesên tevlî mewlûdê bûn kir. Topcu derbirî ku "Kurê min şehîdê tevahî Kurdistanê ye, serê tevahî gelê Kurd sax be her roj ji dilê me giyanek me ew winda dikin, em zarokên xwe dispêrin axê. Me ev êş kêşa bila tu dayik din nekêşe û bila ev şer bi dawî bibe."