'Em ê her roj li kolanan bin'
'Em ê her roj li kolanan bin'
'Em ê her roj li kolanan bin'
Serokê Rêxistina HDP'ê ya Wanê Harûn Okay da xuyakirin, ku heta dawî li êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û desteka hikûmetê ya ji bo van êrîşan neyê anîn, gelê Wanê wê her roj li kolanan be.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û desteka hikûmeta AKP'ê ya ji bo van çeteyan, li Wanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî hat protestokirin. Di dema dayîna daxuyaniyê de dirûşmên "Her der Kobanê her der Berxwedan" û "Bijî Berxwedana YPG'ê" hatin qîrîn. Di dema daxuyaniyê de helîkoptera polîsan li ser herêmê firiyan û hemû kolan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Serokê Rêxistina HDP'ê ya Wanê Harûn Okay daxuyanî da û got, "Li dijî êrîşên li hemberî gelê Kurd em ê nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin. Li dijî gotina 'Kobanê li ber ketinê ye' ya Serokkomar Erdogan, gelê me bi berxwedana 6-7'ê Cotmehê xwedî li berxwedana Kobanê derket. Di van rojên ku Erdogan heman gotinan dubare dike de, DAIŞ'ê ji Rihayê li hemberî Deriyê Sînor êrîş pêk anî. Em ê jî, heta bidawîbûna van polîtîkayên AKP'ê, li kolanan bin."
Li dû daxuyaniyê, girseya gel bi dirûşmên "Her der Kobanê her der Berxwedan" meşiya, lê ji ber helwesta polîsan alozî derket.