HDP: Em ê bibin yek û têbikoşin
HDP'ê li dijî êrîşên qirkirina siyasî helwest nîşan da û xwest kesên ku hatine destgîrkirin demildest werin berdan .HDP'ê peyama, ''Em ê bibin yek û têbikoşin'', da.
HDP'ê li dijî êrîşên qirkirina siyasî helwest nîşan da û xwest kesên ku hatine destgîrkirin demildest werin berdan .HDP'ê peyama, ''Em ê bibin yek û têbikoşin'', da.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê têkilî qirkirina siyasî daxuyaniyeke niviskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Li hemû qadan faşîzm êrîşê bi ser me de tîne. Em ê bibin yek têbikoşin û piştevanê hev bin.''
HDP'ê êrîşên polîsên Tirk ên li ser çalakiya li ber avahiya HDP'ê ya li Kadikoyê bi bîr xist û got, ''Bi rengekî hovenek li parlamenterên me û li serokên partiya siyasî dane.''
HDP'ê diyar kir polîsên Tirk dema ku êrîş anîne derb li Hevserokê DBP'ê, Serokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, endamên Meclîsa Giştî, nûçegihan û rêveberên navçeyê jî di nav de 65 li kuçeyan hatine derbkirin destgîrkirin.
HDP'ê bi berdewamî got, ''Wezareta Navxwe ku hevalên me kirine hedef û Walîtiya Stenbolê sûç kirine. Ev hişmendiya gemarî ku fermanê die darazê dixwaze bêhnê li civakê biçikîne û siyaseta demokratîk bifetisîne.
Ji xwedekarên Bogaziçiyê ku mafê protestoya demokratîk bigirin heta bi Hêzên Têkoşîna Yekbûyî ku em piştevanê wan in, li hemû qadan faşîzm bi ser me de tê. Li Kadikoyê careke dî tirsa desthilatê derketiye holê. Çawa ku desthilata faşîst êrîşê tîne ser her çalakiyê, her cure zilm û zordariyê dike em ê jî mafê siyaseta demokratîk bi kar bînin û biryardar in ku li her qadê têkoşînê geş bikin.''
Di dawiya daxuyaniyê de hate xwestin ku kesên destgîrkirin demildest werin berdan û banga têkoşîna yekbûyî û piştevaniyê kir.''