'Em ê bi rêya qadên nû yên têkoşînê, pêvajoyê diyar bikin'

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ku duyemîn kongreya xwe ya asayî lidar xist, bi vekirina qadên nû yên têkoşînê û ji nû ve rêxistinbûnê re pêvajoyê diyar dike.

Piştî darbeya 4'ê Mijdarê ku Hevserok û parlamenterên HDP'ê hatin girtin, bi ragihandina Rewşa Awarte re zextên siyasî yên li siyasetmedar û hevşaredarên DBP'yî û HDP'yî tên kirin, didomin. Piştî girtina gelek endam û rêveberan û xistina endametiya partiyê û wekîliyê ya Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag, HDP'ê duyemîn kongreya xwe ya asayî lidar xist.

HDP'ê bi rêya vê kongreyê, ji bo ji nû ve rêxistinbûn û kombûna li ser hev, bi kadroyên nû dest bi meşa xwe kir. Esengul Demîr, ku ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Stenbolê hate hilbijartin, ji me re qala karê xwe kir.

Demîr anî ziman, wan seferberiya rêxistinbûnê li Stenbolê xistine meriyetê û diyar kir, hem li dijî zextên siyasî yên tên kirin, hem jî li hemberî pêkanînên tevizandina siyaeta HDP'ê, ew ê xebatên ji nû ve rêxistinkirinê xurtir bikin.

RÊXISTINBÛNA LI ENIYA KEDÊ

Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr da zanîn, ku di vê çarçoveyê de ev demeke ew giraniyê didin ser rêxistinbûna li taxan û got, "Tevî vê yekê, Stenbol cihekî ku karker lê gelek in. Li qada ked û mafên mirovan jî talan tê kirin. "

Demîr destnîşan kir, ku rêxistinbûna li qada kedê wê rêya nû ya rêveberiya wan be.

KARTÊN CEJNÊ YÊN JI BO GIRTÎGEHAN

Esengul Demîr anî ziman, di meha Remezanê de wan li gelek navçeyên Stenbolê sifreyên fitarê danîne, çalakî lidar xistine û beriya cejnê weke rêxistina bajêr, wê di 22'ê Hezîranê de kartan bişînin. Demîr destnîşan kir, ku ew ê ne tenê ji HDP'yiyan re, her wiha ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, akademîsyen û akademîsyenên hatine girtin re kartan bişînin.