'Em dengê NA xurtir bikin'
Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû li Stenbolê axivî û got; "Em pêşiya kesên ku dixwazin taritiyê li ser me bisepînin bigrin."
Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû li Stenbolê axivî û got; "Em pêşiya kesên ku dixwazin taritiyê li ser me bisepînin bigrin."
Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Beykoz û Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di derbarê xebatên ji bo referandûma 16'ê Nîsanê de, bi şîara ji bo birêxistinkirina dengê 'NA', 'Gotina dawî ya me ye' xwarina piştgiriyê da.
Di aktivîteyê de Hevberdekê HDK'ê Onûr Hamzaoglû axivî û balkişand ser xirabûna aboriya Tirkiyeyê û wiha got: "Di meha destpêkê ya sala 2017'an de hatina 40 milyar Dolar ya ji bo na Tirkiyeyê ji kû derêye nediyare. Çavkaniya hatina vî pereyî çiye em nizanin. Serokkomar çavkaniya hatina vî pereyî dizane. Ji ber ku heman tişt di sala 2013 û 2014'an de çêbû. Ji bo li ser lingan bisekinin piştgirî tê dayîn."
Hamzaoglû di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser dengê NA yê reng bi reng û wiha anî ziman: "Kesên rengê xemir hes dikin bila xemira herî xweşîk bêjin NA, yên hes ji rengê kesek dikin bi rengê herî xweşîk yê kesek bêjin NA, yên weke min ji rengê sor hes dikin bila Na ya sor bidin. Biryar di destê we deye, gotina dawî ya we ye, mafê biryarê di destê we de ye, weke HDK û HDP em ê vê bernameyê li hemû Tirkiyeyê pêk bînin."
Piştî Hamzaoglû Parlamentera HDP'ê Huda Kaya axivî û wiha got: "Em di pêvajoyek bê wekhevî ya hilbijartinê de ne û pêwîste li rexmê hemû tiştî em tekoşînê xwe bi domînin û ji bo xurtkitina dengê NA xebatan bidin meşandin.” Huda Kaya bal kişand ser rêjeya dengê NA di navbera sedî 50-55 deye û wiha pê de çû: "Dema em diçûn hilbajartina 1'ê Mijdarê qetlîma 10'ê Cotmehê bibîr bînin, ji bo ku dengê NA bişkênin wê her tîştî bikin û pêwîste em tedbira van bigirin û xebatên xwe bidomînin."
Huda Kaya diyarkir ku bi taybet ji bo îqnakirina hilbijêrên AKP û MHP'ê yên bêbiryar xebat were kirin û got: "Îro bi kîjan zimanî û bi kîjan rengî kî bêje NA girîngiyek ya xwe heye. Ya me ji hemûyan girîngtire û wateyek ya xwe heye. Hinek alî ji bo berdewam kirina sistema salên 90’î, hinek alî ji bo welat ji dest neçe û em jî ji bo Komara Demokratîk dibêjin NA û em dikarin jiyanekî nû ava bikîn. Ji bo aramiya ciwanan, jinan û gelan pêwîst e em dengê NA xurtir bikîn."