Parêzerên Halkin Hûkûk Burosu (HKB), meşa edaletê ya ji bo Berkîn Elvan, Gunay Ozaslan, Hasan Ferît Gedîk, Yilmaz Ozturk û ji bo tevahî zarokên gel ber bi Enqereyê ve li dar dixe ji ber Edliyeya Bakirkoyê da destpêkirin.
ANF
STENBOL
în, 10 pûşperê 2016, 17:36
HKB, meşa edaletê ya ji bo Berkîn Elvan, Gunay Ozaslan, Hasan Ferît Gedîk, Yilmaz Ozturk û ji bo tevahî zarokên gel ber bi Enqereyê ve li dar dixe ji ber Edliyeya Bakirkoyê da destpêkirin. Parêzer bi şîara “Em cezakî dixwazin, ji bo edaletê dimeşin” wê bi rêzê li Bagcilar ku Guney Ozaslan ji aliyê polîsan hate înfazkirin, li Okmeydani ku dema berxwedana Geziyê de polîsan Berkîn Elvan kuştin, ji wir jî li Kuçukarmûtlûyê ku Dîlek Dogan ji aliyê polîsan hate qetilkirin, qurnefîlan deynin, ji wir jî wê ber bi Enqereyê ve derkevin rê.
Parêzerên HHB’ê ji bo balkişandina ser lêpirsînên Berkîn Elvan, Dîlek Dogan, Gunay Ozaslan, Yilmaz Ozturk, Hasan Ferît Gedîk ku ti peşketin tê de nîne, meş ji ber Edliyaya Bekirkoyê dan destpêkirin. Parêzeran pankarta, “Em cezakî dixwazin ji bo edaletê dimeşin” vekirin, dirûşmeya “Ji bo zarokên gel edaletê dixwazin” qîr kirin. li ser navê Parêzeran endama HHB’ê Ozgur Yilmaz axivî, bi bîr xist ku edaletê tenê ji aliyê têkoşerên edaletê pêk tê. Yilmaz got ji bo balkişandina ser dozan wê ber bi Wezareta Edaletê bimeşin, diyar kir ku bi taybet ji ber biryara devberdanê ya doza Gunay Ozaslan, meş ji ber edliyeyê dane destpêkirin.
‘BÊEDALETÎ DI CEWHERÊ DEWLETÊ DE HEYE’
Piştî Ozgur Yilmaz, Parêzer Yagmûr Ereren daxuyanî xwend, got, “Bêedaletî di cewherê dewletê de heye” , wiha pê de çû: “Dîroka welatê me bi qetlîamên ‘kiryar nediyar’ û dizên ji aliyê dadgehan hatine şofandin tijiye.” Ereren destnîşan kir ku li beramberî bêedaletiya bêdengbûyin tê wateya alîgirtiyê û wiha dewam kir: “Bêdengî pejirandin e. Em vê têkoşîna xwe ya bi salan e li hember vî fitratî didome, careke din bi dirûşmeya ‘em ceza dixwazin’ ve tînin ziman , ji bo Berkîn, Hasan Ferît, Gunay, Dîlek, Yilmaz û tevahî zarokên vî gelî dimeşin.”
Ereren got îmzeyên ku bi mehan e kom dikin wê ji Wezareta Edaletê re bibin, 16’ê Hezîranê jî bi daxuyaniya li ber Wezareta Edaletê ve wê çalakiya xwe bi dawî bikin.
Piştî daxuyaniyê, parêzerên HHB’ê bi cilên li ser “em cezayekî dixwazin” dinivîsî ve dest bi meşa dirêj kirin.