'Em bi ruhê seferberiyê roja 3'ê Sibatê dakevin qadan'
Nûnerên saziyên Kurdan, Suryanî û Elewiyan, ji bo çalakiyên 3'ê Sibatê yên li dijî êrîşên li ser Efrînê banga tevlîbûnê kirin û gotin, "Divê her kes li dijî êrîşên li ser Efrînê bibin yek."
Nûnerên saziyên Kurdan, Suryanî û Elewiyan, ji bo çalakiyên 3'ê Sibatê yên li dijî êrîşên li ser Efrînê banga tevlîbûnê kirin û gotin, "Divê her kes li dijî êrîşên li ser Efrînê bibin yek."
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û Erdogan roja 20'ê Çileyê li dijî Efrînê dan destpêkirin, Kurd û dostên wan li gelemperiya cîhanê bi dirûşma "Em bi 1 milyon însanî ji bo Efrînê roja 3'ê Sibatê dakevin qadan" wê çalakiyan li dar bixin.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç diyar kir ku roja 3'ê Sibatê wê bi pêşengiya jinan li gelemperiya cîhanê bi ruhê seferberiyê dakevin qadan û got, "Em bang li hemû mirovan dikin; roj roja xwedîderketina li Efrînê ye. Ji destê kê çi tê bila wê bike. Li bajaran û welatan, divê hêzên demokratîk bikerikin qadan û jiyanê rawestînin. Bi vî rengî em polîtîkayên durû yên cîhanê ku li pêşberî berxwedana Efrînê bêdeng e, li rûyê wan bixin. Li Efrînê îro destan tê nivîsandin. Dewleta Tirk hewl dide bi jenosîtê, bi komkujiyê Efrînê dagir bike. Em destûrê nedin vê yekê. Ji ber vê yekê em dakevin qadan û bibin beşek ji vê berxwedanê."
Serokê Tevgera Nûparêz a Kurdistanê Dr. Rizgar Kasim jî destnîşan kir ku li Efrînê li dijî faşîzma Tirk berxwedana serdemê heye û got, "Bi serkêşiya Erdogan armanca çeteyên dewleta Tirk dagirkirina Efrînê û Rojava ye. Li dijî vê zîhniyeta ku dijminê Kurdan e, îro li Efrînê YPG û YPJ bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Em jî li Ewropa û deverên cuda yên cîhanê bibin parçeyek ji vê berxwedanê. Weke tevger em bang li tevahiya gelê Kurd û rewşenbîran dikin ku helwestê nîşan bidin. Em Efrînê bi tenê nehêlin. Li ku dibe bila bibe em dakevin qadan û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Divê rewşênbîrên me bi erk û berpirsyariya xwe rabin û xwedî li şoreşa Rojava derkevin. Ji ber ku destketiyên Rojava destketiyên 4 parçeyên Kurdistanê ne. Partiyên Kurdistanê yên li çar parçeyan jî divê xwedî li Efrînê derkevin û yekîtiya neteweyî pêk bînin. Ji ber ku êrîşa li dijî Efrînê êrîşa li dijî tevahiya Kurdistanê ye." Di dawiya axaftina xwe de Dr. Kasim xwest her kes bi xurtî tevlî çalakiyên 3'ê Sibatê bibin.
Seroka Desteya Rêveberiya Navendî ya Rêxistina Jinê ya Nû li Ewropayê Zeynep Çalişkan jî bi bîr xist ku dewleta Tirk jin û zarokan li Efrînê dikuje û got, "Mîna li Kobanê îro li Efrînê jinên YPJ'yî destana azadiyê dinivîsînin. Duh Kobanê bi ser ket, îro jî li Efrînê wê berxwedana gel a Rojava bi ser bikeve. Efrîn tê wateya Arîn Mîrkan. Em êrîşên faşîzma dewleta Tirk şermezar dikin û bang li her kesî dikin ku 3'ê Sibatê tevlî çalakiyan bibin ku bi pêşengiya jinan tên lidarxistin."
Ji Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê (ESU) Ezîz Gergîn jî destnîşan kir ku êrîşa faşîst a dewleta Tirk li dijî hemû parçeyên Gozarto û Bethnahrîn e, êrîşa li dijî nasname, maf û daxwazên însanî û demokratîk ên Suryanî, Asûrî, Aramî, Keldaniyên li hemû parçeyan û dîasporayê ye.
Gergîn da xuyakirin ku divê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê, dengê xwe hîn bilindtir bikin û got, "Divê bi dîplomasiya cemaweriyê re em dostên xwe bixin nava liv û tevgerê. Li her qadê bi xurtî tevlî çalakiyên ji bo parastina Efrînê bibin û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê biparêzin."
Di dawiya axaftina xwe de Gergîn got, "Ji bo jiyaneke bi rûmet, ji bilî berxwedanê ti alternatîfa me nîne" û ji bo çalakiyên 3'ê Sibatê banga tevlîbûnê kir.
Bi navê Tevgera Goran jî Handar Jamal Rafat êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got, "Di serî de 3'ê Sibatê em her roj dakevin qadan û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Deynê rûmetê yê her ferdên Kurd e ku nîşan bidin ku Efrîn bi tenê nîne."