'Em bi ruhê Newrozê li hemberî dagirkeran li ber xwe didin'

Gerîlayên HPG’ê Şervan Partîzan û Zinar Amanos diyar kirin ku Newroz di dîroka gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e û ew li çiyayên Kurdistanê bi ruhê Newrozê li hemberî dagirkeran li ber xwe didin.

Gerîlayê HPG'ê Şervan Partîzan Cejna Newrozê  di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,  li gelê Kurd û gerîlayên ku di çeperên berxwedanê de li ber xwe didin pîroz kir. Partîzan bal kişand ser vî tiştî ku agirê Newrozê yê ku Kawayê Hemdem Kawa Mazlûm Dogan li zindana Amedê pêxist, bi Zekiye, Rahşan û Bêrîvanan xurtir bû û wiha dewam kir, “Piştî agirê Newrozê yê ku heval Mazlûm pêxist, berxwedana gelê Kurd roj bi roj mezin bû. Gelê me wê nîşanî hêzên dagirker bidin ku wê Newroza sala 2023’an bibin Newroza serkeftinê.

Weke ku tê zanîn di Nîsana 2022’an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybet li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê êrîşên dagirkeriyê hatibûn destpêkirin. Dewleta Tirk xwest 'Plana Hilweşînê' ji nû ve çalak bike. Lê belê dewleta Tirk a dagirker hesab nekiriye ku şervanên li van qadan şer dikin, her tiştên xwe dane vê dozê û şoreşê. Şerê di tunelan de yê ku bi fedakarî tê kirin, artêşa Tirk a dagirker xist nav rewşeke giran. Ji ber vê yekê dagirkeran dest bi rêbazên li dijî mirovayetiyê kirin. Dewleta Tirk ji ber ku nikare li hemberî hêza gerîla şer bike, çekên kîmyewî bikar anî. Li hemberî vê yekê gerîlayên Apoyî bi berxwedana xwe ev metodên dewleta Tirk jî pûç kirin. Divê gelê me bizane ku; gerîlayên azadiyê wê heta dawiyê li dijî hemû êrîşên dagirkeran li ber xwe bidin. Êrîş çiqasî mezin bibe wê berxwedan û têkoşîna me jî ew qasî mezintir bibe.

Ji ber erdheja li Kurdistanê, tevgera me biryara sekinandina çalakiyan da. Lê dewleta Tirk a dagirker xwest ji vê yekê sûd werbigire û êrîşên xwe yên li dijî tevgera me berdewam kir. Dema ku bi hezaran kes di bin xirbeyan de bûn,  derketin televîzyonan û wekî ku her tişt baş e, dan nîşandan. Lê hemû cîhanê derewên dewleta Tirk dît. Me bi têkoşîna xwe ya li dijî êrîşên dewleta Tirk, gelek encam bi dest xistin. Sala 2023’an wê bibe sala serkeftina teqez a azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em ê tola hevrêyên xwe yên di tunelên şer de şehîd bûne, hilînin.”

NEWROZ  SERHILDANA LI HEMBERÎ ZILMÊ YE

Gerîlayê HPG'ê Zinar Amanos jî diyar kir ku Newroz di dîroka gelê Kurd û gelên bindest de gelekî watedar bûye û got: “Newroz berxwedan e û serhildana li hemberî zilm û koletiyê ye. Têkoşîna tevgera me, têkoşîna Rêbertiya me û ya gelê me kevneşopiya berxwedana Newrozê ye. Rêbertiya me beriya 50 salan bi ruhê Newrozê fikrek xurt û watedar ava kir. Em gerîlayên azadiyê em jî ruhê berxwedanê yê Newrozê zindî dihêlin û em ê bidomînin. Adar ku di heman demê de Hefteya Qehremaniyê ye, ji bo me û gelê Kurd meheke pir girîng û bi wate ye.

Bi helwesta Rêbertiya me û avabûna PKK’ê re ruhê Newrozê zindî bû, nû bû û bi hêz bû. Hevalên me bi ruhê Newrozê li dijî dewleta Tirk a faşîst ku îro Dehaqê hov e, li ber xwe didin. Berxwedaneke di dîroka mirovahiyê de bêhempa ye tê nîşandan. Gerîla bi berxwedana xwe, hêza teknîk û êrîşên kîmyewî yên dewleta dagirker pûç dike. Bi vî ruhê berxwedanê em careke din gelê xwe û Rêbertiya xwe silav dikin.”