Em bi navgînên kapîtalîzmê tên kuştin

Em bi navgînên kapîtalîzmê tên kuştin

Hemû gerdûn di nava hevsengiyekê de dijî û mijara ku vê hevsengiyê derdixîne holê derûnî û dîtina wê ya di têkiliyan de ye. Hemû mirov bi têkiliyên dikarin ji hev fem bikin û hest, raman û fikrên xwe ji hev re bînin ziman. Yanê ger jiyanek hebe bi têkiliyan dikare ew jiyan xwe îfade bike û ber bi pêş ve biçe. Ger em di roja îro de behsa zekaya hestiyar û zekaya analîtîk dikin, wê demê emê bibînin ku herdu şêweyên zekayê di mirovan de heye. Lê ji ber di hemû gerdûn û xwezayê de zekaya hestiyar tê peydakirin, wê demê em dikarin bêjin ku mijara têkiliyan ne tenê diyardeyeke girêdayî mirovan e, di heman demê de ger heyanî îro gerdûna me xwe berdewam dike, ji ber di gerdûn û xwezayê de hevsengiyeke têkiliyan ya pir bi hêz heye. 

Ger em ji pirsa çima pêwîst dike ku mirov bi hev re di nava têkiliyeke civakî de bin? têkevin rê, wê demê pêwîst dike ku em vegerin despêka mirovahiyê. Lê tê gotin ku her mirovek gerdûneke û ji bo ev gerdûn were fêmkirin heyanî niha jî gelek zanyar û beşên zanist lêkolînan bi rêve dibin. Lê hîn jî gelek aliyê vê gerdûnê nehatine fêmkirin. Bi riya têkiliyên civakî em gelek mirovan dinasin û em xwe didin nasîn, her wiha em ji hev fêrî rastiyên jiyan û mirovan dibin. Ger em di vê jiyanê de li ser bingehê têkiliyan û girêdana me bi hev re dijîn û temenê van têkiliyan pir kevnare, wê demê sedema ruxandina wê dibe ku çi be? Û çima îro di warê têkiliyên civakî de weqas texrîbat hene? Berê dema ku nexweşiyên mirovan yên derûnî hebûna, dihat gotin ku ev mirov di warê têkiliyan de zûrahiyê dikşîne ji lewma em nikarin pê re dayîn û sitandinê bikin, lê careke din ew mirov dibirin nexweşxaneyan û dihate dermankirin. Lê di roja me de rexmî em dizanin ku hinek nexweşî hene û derbasî nava civakê bûne, di cih ku em xwe jê biparêzin berovajî ew nexweşî li ber çavên me tên şêrînkirin û em jî dibin yek ji kesên nexweş û êdî kes bi dermankirinê re jî mijol nabe.

Di serdema me de gelek nexweşî hene pêwîst dike ku pê re têkoşîn were kirin û tê gotin ku çexere nexweşiyan bi xwe re tîne, hîn jî bi nexweşiya penceşêrê re têkoşîn tê kirin û gelek nexweşiyên din di serdema me de pêşketine êdî derman jê re nayên dîtin. Lê kesek behsa înternetê nake. Ji ber ev navgîn dikeve xizmeta pergala sermayedar û bi riya wê dikare armancên xwe yên di derbarê civakê de pêk bîne. Ji lewma em îro dibînin ku şerên mezin di serî de bi belavkirina agahiyan dest pê dike û wiha her kes diherike meydanan.   

Yek ji nexweşiyên ku hemû civak û serdema me pê ketiye û kesek naxweze xwe ji vê nexweşiyê derman bike nexweşiya înternetê ye. Belkî em bikarin ji înternetê sûdeke mezin di warê agahî girtinê de bigirin, lê pir mixabin êdî înternet ji bo agahî girtinê nayê bi kar anîn. Beriya niha me behsa Tv û rêze filman kiribû û çiqas Tv di warê perwerdê de roleke neyînî digire ser milên xwe. Lê me dît ku herî kêm Tv dikare çend kesan bi hev re li dor rêze filmekê, yan jî bernameyekê kom bike, lê dema ku mijar dibe înternet vê carê em ê bibînin ku pergala sermayedar tekakes di nava malbatê de perçe kiriye û her kesek têkiliya xwe ji kesê din nayîne. Mînak Perçebûna civakî berê di asta çînan de bû, lê niha daketiya radeya kesan û nivşan û di nava malbatê de êdî her kes bi xwe re dimîne, êdî pergal xîtabî kes bi kes dike. Dema em dibînim ku yek kes bi demên dirêj li ser înternetê dimîne ez ji xwe dipirsim, gelo pergal niha ji kesê li kêleka min runiştiye re çi dibêje û gelo agahiya wî ji kesên din yên êş û eleman li kêleka wî dikşînin  heye? 

Her wiha berê tiştekî bi navê malê giştî hebû, lê îro tê gotin em ya min e tu nikarî bi kar bînî. Çawa ku pergala sermayedar tekakes bi tenê dihêle û dike xwedî derûniyeke balkêş, di aliyê din de jî mulkiyeta taybet dide avakirin û êdî gotina parvekirin wê di nava rûperlên dîrokê de bimîne. 

Êdî mirov bi tiştekî din re mijol nabin tenê derdê wan bûye înternet, îro di hemû cîhanê de hemû kes înternetê bi kar tînin û her kes xwedî navnîşanên fayîsbokê ye. Mînaka herî balkêş ew e ku gelek kesên me yên temenê wan mezin hene û xwendin û nivîsandin wan jî nîne, lê mixabin ji ser înternetê ranabin. Gelek kes ji ber xwendin û nivîsandina wan nîne, bi riya ciwanan, ji ber herî zêde niha ciwan înternetê bi kar tînin, bi wan didin vekirin û hemû demê xwe bi înternetê derbas dikin. Dema ku em vê yekê tînin ziman em nabêjin bala înternet nayê bi kar anîn, lê ya girîng ew e ku em çawa înternetê bi kar tînin û ev sehîfeyên feysbokê çi dide me û çi ji me distîne. 
Ewqas înternet tê bi kar anîn ku êdî giyana mirovan zûha dibe û her diçe di nava jiyanê de têkiliyên xwe fireh kirin yan jî hevaltî bi kesên din re danîn kêm dibe yan jî hevaltiyê nakin. Belkî were gotin ku belê em li ser faysbokê hevaltiyê dikin, lê gelo dema ku di nava mirovan de ekrana kompyoterê hebe ew hevaltî çiqas raste û bi hêze? Mînak dema ku agir girte mala te ew kesê te pê re hevaltî daniye dikare were alîkariya te, di ewşeke wiha de tenê cîranê te heye, lê mixabin te ewqas xwe ji asta têkiliyan qut kiriye ku belkî tu niha navê cîranê xwe jî nizanî ji bo tu alîkariyê bixwezî. Wê demê ger ev mirov bi nexweşiyê neketiye çiye? Mînak li welatekî mêrek û jinek li ser întenetê hev nas dikin û di encama vê naskirinê de bi hev re dizewicin, lê piştî salekê di encamê de zaroka wan ji birçîbûnê dimire. Her wiha yak ciwan ewqas dekmeke dirêj û bê navber li ser înternetê dimîne, piştî sê rojan diçin termê wî derdixînin. Ger di vê astê de fêrbûnên înternetê hebe, wê demê çima em ji xwe re melekotê mirime di mala xwe de dihewînin û xwedî dikin? Ger em bixwezin ku sûdê jê wergirin wê demê divê em bizanin ka emê çawa vê navgîna înternetê bi kar bînin. 

Di serdema me de êdî ev navgîn (araç) dibe sedem ku têkilî di navbera dayîk, bav, zarok, di navbera tekakes û civakê de, tekakes û kedê de hemû bibin mijarên nîqaş û rexine kirinê. Ji ber îro înternet ketiya cihê van hemû tiştên me li jor anîne ziman.  Berê pergal tenê di sazî û dezgehên fermî ya dewletê de êrîş dibir ser civakan û mirov neçarî dagirkeriyê dikirin, lê dema ku di her maleke me de înternet hebe û em wê şaş bi kar bînin ev tê wateya ku pergal xwe derbasî hemû malên me kiriye û di serê me hemûyan de guhartinan pêk tîne û em çiqas li hember pergala heyî têkoşînê bikin jî emê nikarin serkeftinê bi dest bixin. Ji ber şerê niha bi rêve diçe ne tenê şerekî siyasî ye. Şerê ku bi rêve diçe şerekî ku civakê ji exlaqê wê dûr dixe û di cihê wê de exlaqekî din bi cîh dike. Ev exlaqê nû jî tu têkiliya wê bi exlaqê civaka me ya kurd re nîne, ji ber di înternetê de gelek tişt hene ku mirovên me ber bi riyên din de bibe.  Înternet şaş tê bi kar anîn ji ber di înternetê de ne tenê parvekirin pêk tên, di heman demê de ger mirov ne perwerde kirî be û li ser bingehekî rast em nêzî van navgînan nebin, pir bi hesanî dikare mirovan ber bi riyên din de bibe. Û mînakên vê jî îro pir zêdene.

Her çiqas ku îro ciwanên kurd di nava hemû şert û mercên giran de bin lê êdî ciwanên kurd jî bi vê nexweşiyê ketine û divê em xwe beriya demekê ji vê nexweşiyê rizgar bikin. yanê ciwanên kurd yên ku gelek caran pereyan nabînin pê biçin dibistanê, yan jî peryên xwedî kirina malbata xwe nabînin, heyanî seatên dereng li ser înternetê mayîn dibe sedem ku nakokî di nava malbatê de derkeve. Ger ev ciwan xwendevan be jî roja din xwendevan dereng biçe dibistana xwe, ev tenê mijareke bi ciwan û xwendevan ve girêdayî nîne, îro memoseteyên me jî ji ber heyanî demên dereng li ser înternetê dimînin sibehê nikarin biçin dibistanê û xwendevanên xwe perwerde bikin. Di welatê me jin û mêrên ku hev ji bo fêrbûna înternetê hev berdane jî hene, di vê mijarê de yê tane sûdê digire pergala sermaydasre ji ber bi riyên wiha digihe armancên xwe, ew jî di aliyekî de sermaye bi dest dixe, ji aliyê din jî weke ku dixweze civakê bi rêve dibe. 

Sermeyedar çima înternetê dixe jiyana mirovan û ewqas vala reklaman tê kirin, ji ber dixwezin ku mirovê vê demê bi tenê bijîn û tiştekî bi navê civakê nemîne. Bi vê rengî ferd derkeve pêş û ew ferd jî tenê bi hinek nexweşiyan ketiye û derdekî wan yan civakî û welat nîne. Pergala sermayedar êdî xîtabî mirovan tek bi tek dike wê demê, mirovê di her cihî de bi înternetê re mijol bibe wê çawa ji pirsgirêkên di malê de agahdar be. Belê raste ku gelek zû agahî tên girtin, lê ji aliyê din jî ji xwe bê agahî ye, ji dayîk, bav, malbat, dibistan û ji hemû civaka xwe bê agahiye. Ji ber em hemû dema xwe li ser înternetê derbas dikin û li dora me çi diqewime em jê bê agahîne, mirovekî ku ji rastiya ku tê de dijî bê agahî be wê çi ji agahiyên cîhanê bike? Berovajî bi seatan li ser înternetê mayîn jî zanebûneke ku mirov pê ser bilind be jî nîne û heyanî niha kesekî pesna vê yekê jî ne daye.

Pir zêde bi kar anîna înternetê dibe sedem ku di warê derûnî de tevlîheviyan bîne, ji ber her ku diçe navgîna înternetê asta têkiliyên civakî kêm dike ev jî dibe sedem ku mirov hev fêm nekin. Dema ku hev fêm nekirin jî hebe wê asta nakokiyan her biçe zêde bibe. Mînak di encama têkiliyên li ser înternetê hinek caran ne fêm kirinek dibe sedem ku ev yek bandora xwe di kesayetekê de, li ser hemû malbatê bike û agahiya malbatê bi xwe jî jê nîne, di encamê de jî dibe sedem ku di nava malbatê de tevlîhevî û nakokî derkevin. Ji ber gelek ciwan hene bi dizî dikevin dehîfeyên înternetê yên ku derveyî rêgezên exlaqî û civakî ev jî dihêle ku di navbera zarok, ciwan û malbatê de dîwar werin avakirin, ev dîwar jî dibe sedem ku pêşerojek ber bi xeteriyê ve biçe ji ber ciwan pêşeroja welatan e. Lê ciwanên vê serdemê bi şopandina înternetê bi rêbazên xirab wê bihêle ku pêşeroja vî welatî di nava gomanan de be. Ji ber pergala kaptalîst û sermaydar şêweyê civakeke tek reng ava dike û bi riya înternet û bernameyên ku diweşîne dixweze ferdekî bê xem tenê li pey sopr, film û sksê biherike û ev jî heyanî radeyekê encam girtine.    

Êdî zarok jî bi vê nexweşiyê ketine ji aliyekî de pir başe ku hemû kes bikare înternetê bi kar bîne û sûde jê bigire. Lê ger di aliyê malbatê de çavdêrî nebe wê ev rastiya serdemê bandoreke neyênî li ser zarokan bide avakirin û bi xwe re pirsgirêkên cûda derxîne holê. Yek ji bandorên neyênî ya li ser zarokan ew e ku hîn ji zaroktî de zarok derveyî çanda xwe mezin dibin, tiştên derveyî temenê xwe fêr dibin ev hemû jî zarokan ji xwezaya wan derdixîne. Ger wiha berdewam bike û malbat, dayîk û bav ji vê yekê re çavdêriyê nekin emê êdî ew zelalbûn û sade bûna zarokan hew bibînin. Û wê cîhana me ji vê xweşikbûnê bê par bimîne. 

Navgînan înternetê rêbazeke ku mirov dikare ji her alî de sûdê jê bigire, lê pêwîste ku em vê navgînê bi zanebûn û kontrol bi kar bînin. Ger wiha nebe em ê li  pêşberî xwe civakeke ruxiyayî, bê wate, xemsar û ji rastiya xwe dûr ketî bibînin. Di rewşeke wiha de wê di hemû qadên jiyanê de pirsgirêkên ku pêşî lê nayê girtin derkevin holê. Tiştê ji me hemûyan re pêwîst di serî em rastî û şaşiyên daxwezin xwe baş derxînin zanebûnê û wiha defetên heyî bi kar bînin. Ger wiha nebe wê civakeke bê qontrol ava bibe uu kesayeta kurd bi hemû teybetmendiyên xwe yên xweşik wê were kuştin. Lee divê em ji bîr nekin ku ev kuştin bi zanebûn bi rêve diçe.