Elmanyayê destûr neda ku 12 zilamên Erdogan bên civîna G-20'an

Elmanyayê destûr neda, ku 12 parêzvanên Serokkomarê Tirk Erdogan ê li DYA êrîşî Kurdan kirin bên civîna bilind a G-20'an.

Destûr ji parêzvanên Erdogan ên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) êrîşî Kurdan kirin re nehat dayin, ku di dema civîna bilind a G-20'an de bên Hambûrgê. Saziya îstîxbarata navxweyî ya Elman (Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn) û Wezareta Karên Derve bi awayî fermî ragihandin, ku wê destûrê nedin 12 parêzvanên Erdogan ên li DYA der heqê wan de biryara girtinê hatiye dayin, bên Hambûrgê.

Civîna Bilind a G-20'an îsal di navbera 7-8'ê Tîrmehê de li Hambûrgê tê lidarxistin. Yek ji lîderên tevlî civînê bibin Serokkomarê Tirk Erdogan e. Amadekariyên ji bo şermezarkirina Erdogan dewam dikin. Ji bo parêzvanên Erdogan nikaribin êrîşî mirovan bikin, yekîneyên ewlekariyê yên Elman hin tedbîran digirin.

Weke tedbîra destpêkê jî, bi awayekî fermî hate ragihandin ku wê destûr neyê dayin 12 parêzvanên Erdogan ên li DYA êrîşî Kurdistaniyan kirin, werin Elmanyayê.

Li gorî nûçeya rojnameya Welt am Sonntag, ku roja Yekşemê li Elmanyayê tê weşandin, Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn destûr nedaye ku parêzvanên navborî bên. Hat ragihandin, lîsteyeke ji navên van parêzvanan ên li DYA biryara girtina wan hatiye dayin, ji aliyê îstîxbarata Elman ve cidî tê dîtin.

'JI BILÎ POLÎSAN WÊ DESTÛR JI KESÎ RE NEYÊ DAYIN'

Hat ragihandin, Wezareta Karên Derve jî bi awayê "Em destûrê nadin hatina van parêzvanan" ji Tirkiyeyê re mesajek ragihandiye. Senatorê Karên Hundir ê Hambûrgê Andy Grote ji Welt am Sonntagê re axivî û got, "Li Hambûrgê ewlekarî wê bi temamî di destê polîsan de be. Em ê nehêlin ji bilî polîsan ti hêz destwerdanê bike."

Midûrê Polîsên Hambûrgê Ralf Martîn Meyer jî di hefteya bihurî de hişyarî dabû parêzvanên serokdewletên biyanî bi taybetî hişyarî dabû parêzvanên Erdogan ku di dema civîna bilind de bûyeran dernexînin.

Hişyariyeke bi heman rengî ji aliyê Dozgeriya Hambûrgê ve hatibû dayin. Dozgeriya Hambûrg diyar kiribû, eger rewşeke mîna ya li DYA li Elmanyayê rû bide, ew ê di cih de dest lê werin û ji aliyê hiqûqî ve jî ya pêwîst çi be wê bikin.