Elmanyayê tenê ji bo G-20 vîze da Erdogan

Salonên mezin ên li bajarên Dortmûnd, Oberhaûsen, Koln û Gelsenkîrchenê, daxwaza Erdogan qebûl nekirin.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, ku wê tevlî Civîna Bilind a G-20 a li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bibe, dixwest li hin bajaran mîtîngê bi alîgirên xwe re bike. Lê belê ev daxwaza Erdogan di ber wî de ma. Salonên mezin ên li bajarên Dortmûnd, Oberhaûsen, Koln û Gelsenkîrchenê, daxwaza Erdogan qebûl nekirin.

Di dema refearndûma 16'ê Nîsana 2017'an de, di serî Elmanya, gelek welatên Ewropayê destûr nedabû rejîma Erdogan ku li welatê wan mîtîngan lidar bixe. Piştî ku mîtînga Wezîrê Edaletê yê Tirk Bekîr Bozdag a li bajarê Gaggenaû yê Elmanyayê hate qedexekirin, destûr ji gelek wezîrên Tirk re nehatibû dayin ku bên Ewropayê.

Ji wê qedexeyê û vir ve, cara yekê ye Serokkomarê Tirk Erdogan tê Elmanyayê. Erdogan dixwaze piştî Civîna Bilind a G-20'an li gelek bajarên Elmanyayê mîtîngan lidar bixe. Bi vê armancê AKP'yiyan serlêdan kirin.

KOLN ARENA: CIHEKÎ ME KU EM BIDIN ERDOGAN NÎNE

Heta niha salonên li bajarên Dortmûnd, Oberhaûsen, Koln û Gelsenkîrchenê, daxwaza AKP'yiyan red kirin. Rayedarên salona girtî ya mezin a bi navê "Westfallenhalle" ya li Dortmûndê gotin, "Ji bo civîneke 9'ê Tîrmehê ku Erdogan wê beşdar bibe, serlêdan hate kirin. Lê belê ji ber amadekariya bernameyeke din, em di wê rojê de girtî ne."

Midûrê salona Koln Arena Stefan Locher jî, ji rojnameya Kolner Stadt-Anzeîger re axivî û got, "Aliyê Tirk ji bo Erdogan daxwaz kir. Lê belê vê gavê, cihekî ku em ji Erdogan re veqetînin nîne."

Rayedara salona ISS-Dome ya li Dusseldorfê Jûlîa Kaballo jî anî ziman, ji ber karê guhertin û sererastkirinê yên li salonê, serlêdana rezervasyonê ya ji Tirkiyeyê hate kirin, nehat qebûlkirin. Erdogan di sala 2011'an de li vê salonê mîtîng bi alîgirê xwe re kriibû.

ELMANYAYÊ TOLA ÎNCÎRLÎKÊ HILANÎ

Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê li ser mijarê ragihand, ku ji bo mîtîngên Erdogan ji Enqereyê daxwazeke fermî nehatiye kirin. Daxuyaniyeke bi heman rengî ji Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Berlînê hat.

Lê li gorî şîroveyên di çapemeniya Elman de cih digirin, alîgirên Erdogan ev çend roj in bi israr li cihekî digerin. Nedana cih ji bo Erdogan jî, weke 'hildanîna tola Încîrlîkê' tê şîrovekirin. Ji ber ku rejîma Erdogan nehiştibû parlamenterên Elman serdana leşkerên Elman ên li Încîrlîkê bike û ev rewş di navbera her du welatan de veguherîbû krîzê.

Erdogan weke serokkomar herî dawî di Gulana 2015'an de li Karlsrûheyê axivî bû. Di mîtînga AKP'ê ya Tîrmeha 2016'an de ku li Kolnê pêk hat, destûr nehate dayin ku Erdogan bi rêya dîmen beşdar bibe. Beriya referandûma 16'ê Nîsanê Elmanyayê destûr neda mîtîngên Erdogan. Erdogan jî rêveberiya Elmanyayê şibandibû rejîma Nazî û gelek heqaret kiribû.