Elmanyaya ku li dijî Kobanê bêdenge, wek tê zanîne!

Elmanyaya ku li dijî Kobanê bêdenge, wek tê zanîne!

Hikûmeta Federal a Elmanyayê li dijî berxwedana Kobanê ku di rojeva cîhanê de ye, bêdenge û balkêşe ku polîs jî di krîmînalîzekirina kurdan de israr dikin.hate hînbûn ku Kurdê ku tevli çalakiyên piştgiriya bo Kobanê bûne, rastî taciza polîsan hatine û parlamenterên Elman bertekên tund nîşan da.

Piştgiriya bo berxwedana Kobanê li  hemû cîhanê didome. Li Elmanyayê hikûmet li dijî Kokbanê bêdenge û her wiha hate hînbûn ku li hinek bajaran di çalakiyên ku pêk tên de polîs tehemulê sembolên Kurdan û posterên Ocalan nakin.
Jineke çalakger ya Kurd ku li bajarê Wîsbaden tevli çalakiya nobetê bû, hate hînbûn ku rastî taciza polîs hatiye.  Hat hînbûn ku ev jin bi hinceta ku dirûşmeya ‘bijî serok Apo’ berz kiriye, ji aliyê 4 polîsan ve hatiye binçavkirin. 

Li bajarê Gottîngenê jî di konên ku ji bo piştigirya Kobanê hatibû avakirin de bi hinceta ku posterên Ocalan û alên PKK’ê hatine vekirin, der barê kesên vekirina kon organîzekirine de lêpirsîn hat destpêkirin.
Di 9’ê cotmehê de jî  li Erfurtê  di konê ku hatibû vekirin de posterê Ocalan ji aliyê polîsan ve bi zorê hate daxistin.

PARLAMENTERAN BERTEKÊN TUND NÎŞAN DA

Ev nêzîkatiya polîsan ya li dijî çalakgerên piştgiriyê didin Kobanê rastî bertekên tund ya parlametneran hatin. Endamê partiya Çep ya Meclisa Eyaleta Hessen Barbara Cardenas ku tevli çalakiya li Hauna bû diyar kir ku  li aliyekî çekan didin Kurdan û pesnên YPG’ê tê dayîn û li aliyê din jî li dijî konên berxwedanê tehemul nakin.

Endama parlamentoya Eworpayê Sabîne Losîng jî  bertekên tund nîşanda û  diyar kir ku divê qedexeya PKK’ê rabe.