Elmanya wê di Cotmehê de 78 Milyon Euro bide Erdogan!

Tevî krîz û aloziya navbera hikumeta Elman û rejîma Erdogan, derket holê ku Elmanya wê meha Cotmehê di çarçoveya peymana penaberan de 78 milyon Euro pere bide Enqereyê.

Li gel krîza navbera Berlîn/Bruksel û rejîma Erdogan jî, çavkaniya pereyan a ji bo Enqereyê diçe, qet naçike. Serokwezîra Elman Angela Merkel, beriya hilbijartinên giştî yên 24'ê Îlonê timî dibêje, "Wê pêkanînên hê girantir li ser Tirkiyeyê bên danîn." Tevî van mesajan jî, di budçeya Elmanyayê de, hê jî pere ji Tirkiyeyê tê veqetandin.

Hikumeta Merkel bersiv da pêşniyar pirsa Partiya Keskan û diyar kir, ku di çarçoveya peymana penaberan a navbera Enqere û Yekîtiya Ewropayê de, wê meha bê 78 milyon Euro pere ji Tirkiyeyê re were dayin.

Li gorî nûçeya rojnameya Bîld, bi vî rengî hejmara pereyê ku Berlînê daye Enqereyê wê bigihêje 314 milyar Euro. Ji bo peymana penaberan a Adara 2016'an bi Tirkiyeyê re hate kirin, Yekîtiya Ewropa divê 3 milyar Euro pere bide Enqereyê.

427 milyon Euro ji vî pereyî wê ji aliyê Elmanyayê ve were dayin. Hê çend roj berê Elmanya û Awûstûryayê bang kiribûn û gotibûn, "Bila alîkariya Yekîtiya Ewropa ya ji bo desthilatdariya Erdogan bê birîn." Berevajî vê bangê, Komîserê ji budçeyê berpirsyar Gunter Oettînger xwestibû, ku li gorî peymana li ser penaberan bi Enqereyê re hatiye kirin, alîkariya pereyan a ji bo Tirkiyeyê dewam bike.

DI NAVA 3 SALAN DE HERÎ KÊM 10 MILYAR EURO PERE JI ERDOGAN RE HATE DAYIN

Yekîtiya Ewropa, ji meha Adarê û vir ve 23 Milyon Euro pere daye rejîma AKP'ê. Yekîtiya Ewropa plan dike, ku di navbera salên 2014-2020'î de bi qasî 4 Milyar û 450 Milyon Euro pere bide desthilatdariya AKP'ê.

Li gel aloziya navbera Berlîn û Enqereyê jî, tenê ji meha Adarê û vir ve Yekîtiya Ewropayê 23 Milyon Euro da Enqereyê û vê yekê di çapemeniya Elman de cih girt. Bi vî rengî hejmara pereyê ku Yekîtiya Ewropayê di sala 2017'an de da rejîm AKP'ê gihîşt 190 Milyon Euro.

Her wiha, hem ji bo danûstandinên endametiyê, hem jî peymana penaberan Brukselê di nava 3 salên dawî de 10 Milyar Euro pere daye Enqereyê. 3,3 Milyar Euro ji vî pereyî, tenê di navbera salên 2014-2016'an de hate dayin. Bi vî rengî Tirkiye bû welatê li derveyî Yekîtiya Ewropayê yê herî zêde alîkarî ji Yekîtiya Ewropayê stendiye.