Elmanya-Tirkiye û Kurd -GOTAR

Kurd ji bo ewlehiya Ocalan daketine kolanan û çalakiyan dikin. Elmanya jî weke dewleta Tirk êrişî van çalakiyan ango êrişî Ocalan dike. Careke din eşkere bû ku dewleta Elman şirîkê êrişên li hemberî Ocalan e.

Roja 4’ê Mijdarê li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê, çalakiyeke gelek girîng pêk hat. Di van demên dawî de li seranserê Ewropayê, Kurdistanî di nava çalakiyan de ne û ev çalakî didomin. Lê çalakiya li Dusseldorfê îşareta gelek tiştan e, ji ber vê yekê girîng e ku bê şîrovekirin.

Weke ku we di televizyonan de şopand û bihîst, bi hezaran Kurdistanî li Dusseldorfê kom bûn, dest bi meşê kirin, dema ku wêneyên birêz Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG, YPJ’ê hilgirtin, rastî astengiyan hatin. Polîsê Elman got, ‘heta hûn van wêne û alan daneynin, hûn nikarin bimeşin’.

Çima?

Ji ber ku wêneyên Ocalan û alên PKK, YPG, YPJ, PYD´ê li vî welatî hatine qedexekirin.

Kurdan û dostên wan vê daxwaza polîsan qebûl nekirin, li ser vê yekê aleke mezin a PKK vekirin û dest bi berxwedanê kirin. Polîsan jî êriş kir, çend kes birîndar bûn. Dîsa jî Kurdistaniyan bi paş ve gav neavêt û heta êvarê vê berxwedanê dewam kir.

Ev bûyer ne bûyereke polîs û çalakvanan e. Ev êriş stratejiya dewleta Elman a li hemberî Kurdan e. Dixwazim bînim bîra we ku wan kêliyan ku êriş pêk dihat, wezîrên karê derve yê Elmanya û yê Tirkiyeyê li gel hev bûn û wêne digirtin.

Dewleta Elman bi vê êrişê dixwaze peyameke çawa bide?

1- Dewleta Elman dixwaze rûmeta Kurdan binpê bike. Ji ber vê yekê êrişî wan sembolan dike ku Kurd girîngiyê pê didin. Dewleta Elman, ji serketina li hemberî DAIŞ’ê aciz e, ji ber vê yekê êrişî sembolên Rojava dike. Her wiha bi taybetî ji Ocalan aciz e. Ji ber ku Ocalan fikra azadiyê bi pêş dixe û Elmanya jî ji Kurdên azad hez nake, tehamul nake.

2- Elmanya xwe xwediyê Tirkiyê dibîne, ji ber vê yekê her tim li hemberî Kurdan destek û alîkarî daye dewleta Tirk. Beriya hemû dewletan Elmanyayê Tevgera Azadiyê krîmînalîze kiriye. Li zindanên Elmanyayê hertim çend siyasetvanên Kurd girtî ne.

3- Di navbera Berlîn û Enqerê de problem hene, rast e. Lê ev problem û nakokî, Elmanya û Tirkiyeyê li hemberî Kurdan ji hev dûr naxin.

4- Dewleta Elman ji Erdogan û AKP’ê aciz bûye, lê bi Tirkiyeyê re têkiliyên stratejîk didomîne. Yanê; di navbera wan de problem hene, lê ev problem ne di asta guhertina li hemberî Kurdan de ne. Ango, dewleta Elman, çiqas ji rêveberiya Tirkiye ne xweş be jî, dîsa jî li hemberî Kurdan destekê dide wan. Ji ber ku Elmanya, serketina Kurdan a li hemberî Tirkiyeyê ji bo xwe jî xeter dibîne û vê yekê eşkere dibêje. Ti armanceke Kurdan ku zirarê bide Elmanyayê nîne, lê ev paranoya ji ber çi ye kes nizane!

5- Kurd ji bo ewlehiya Ocalan daketine kolanan û çalakiyan dikin. Elmanya jî weke dewleta Tirk êrişî van çalakiyan ango êrişî Ocalan dike. Careke din eşkere bû ku dewleta Elman şirîkê êrişên li hemberî Ocalan e. Ji xetera Ocalan pê re rûbirû, dewleta Elman jî berpirsyar e!

6- Dawiya dawî dewleta Elman û Dewleta Tirk wê werin cem hev, tên cem hev. Ji bo ku Berlîn, Enqerê razî bike, beriya her tiştî wê êrişî Kurdan bike. Yanê; li Elmanyayê êrişên li hemberî Kurdan wê ji her demê zêdetir bibin.

7- Li hemberî vê yekê Kurd pêwîst e gavekê jî bi paş ve neavêjin. Li Dusseldorfê careke din Kurdan diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên dewleta Tirk serî netewînin.

8- Divê were zanîn ku ji aliyê zîhnî ve Elmanya jî Tirkiye ye! Berxwedana li hemberî dewleta Elman jî divê weke ya li hemberî dewleta Tirk be. Lê belê, bi qasî berxwedanê, têkiliyên bi gelê Elman, saziyên sivîl û çapemeniyê re jî girîng in. Ji bo agahdarkirina sazî, gel û çapemeniya Elman xebateke taybet pêwîst e. Mixabin saziyên Kurdan di vê mijarê de nakevin nava hewldanan. Pêwîst e Kurd, dostên xwe yên Elman jî zêde bikin û li hemberî dewletê wisa li ber xwe bidin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA