Elmanya Qanûna Cezayê li dijî DAIŞ’ê dijwartir dike
Elmanya Qanûna Cezayê li dijî DAIŞ’ê dijwartir dike
Elmanya Qanûna Cezayê li dijî DAIŞ’ê dijwartir dike
Konseya Ewlehiyê ya NY’ê hefteya buhrî pêşnûmebiryarek ku têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ û yên din digire nav xwe, derxist û Elmanyayê bersiva vê da. Wezareta Dadê ya Elmanyayê, li dijî kesên ku çûbûn derveyî welat û sûcê mirovahiyê kirine wê tedbîrên nû yên qanûna cezayê bigirin.
Wezîrê Dadê yê Elmanyayê Heîkom Maas got ku qanûna cezayê di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de wê tundtir bibe. Wezîrê endamên Partiya Sosyal Demokrat got ku wê li dijî terorê bi biryar reaksiyonê nîşan bidin.
Maas destnîşan kir ku kesên ku ji Elmanyayê çûbin derveyî welat û tevlî bûyerên şîdeta giran bûbin wê bên cezakirin û li dijî fînansmana terorîzmê jî wê saziyeke din a cezayê ava bikin.
Pêngavên ku Wezareta Dadê biavêje wê di dawiya salê de zelal be. Tê payîn ku wezîr Maas di dema pêş de bi Wezîrê Karê Hundir Thomas de Maîzîerê û Wezîrê Karên Derve Frank-Walter Steînmeîer re hevdîtinê bike û bi tedbîrên nû re planên nû bike.
YÊ TEVLI DAIŞ’Ê BIBÛN WÊ DI NAVBERA 6 Û 10 MEHAN DE BÊN CEZAKIRIN
Di nava tedbîrên ku bên girtin de li dijî kesên ku tevlî rêxistinên cîhadê bûne wê paragrafa 89 a Qanûna Cezaya Elman pêk bê. Di vê paragrafê ji bo sûcên ku kesên şîdeta giran pêk anîne di navbera 6 meh û 10 salan de ceza tê pêşniyarkirin.
Wezîr Maas diyar kir ku divê çavkaniyên aborî yên ji bo çeteyên DAIŞ’ê jî bê ziwakirin û got ku der barê vî sûcî de jî wê sererastkirinên nû bikin.