Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye

Elmanya projeyên xwe yên leşkerî yên bi Tirkiyeyê re disekinîne

Li gel danekirinên ku Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel li dijî rejîma Erdogan eşkere kir, tê gotin ku rêveberiya Berlînê wê hevkariya xwe ya leşkerî ya bi dewleta Tirk re bisekinîne.

Li gorî nûçeyeke rojnameya Bîldê, ku yek ji rojnameyên girîng ên Elmanyayê ye, rêveberiya Merkel hemû projeyên xwe yên biçekkirinê yên bi Tirkiyeyê re disekinîne. Rojnameyê agahiyên nûçeya xwe spart çavkaniyên hikumetê yên li Berlînê.

Bi vî rengî wê cara yekê be ku welatekî endamê Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) hevkariya xwe ya leşkerî ya bi endamekî din ê NATO'yê dibire. Gelke febrîqeyên Elman ên çekan hildiberînin, li Tirkiyeyê ne.

Tevî ku hikumeta Elman di mehên bihurî de peymanên firotina çekan ji bo Tirkiyeyê asteng kiribû jî, şîrketa Rheînmetall a Elman plan kiribû ku li Tirkiyeyê febrîqeyeke hevpar a tankan çêbike. Sala 2015'an di navbera Rheînmetall û Saziya Endustrî Makîna Kîmya ya Tirk de ji bo çêkirina cebilxaneyê û modernîzasyonê, peyman hatibû mohrkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel duh civîneke çapemeniyê lidar xistibû û piştî girtina aktîvîstê mafên mirovan ê Elman Peter Steûdtner li Tirkiyeyê, hin danekirin li ser rejîma Erdogan ferz kiribû.

Gabrîel ev danekirin bi van sê sernavan eşkere kir: "Birrîna alîkariyên ji Yekîtiya Ewropayê tên kirin", "hişyariya ger û geştê li welatiyên Elman" û "ji nû ve nirxandina garantiyên li ser krediyê tên dayin".