Elmanya li ser malên li Idlibê daxuyaniyên dijberî hev dide
Derbarê projeya malên ji prîketan ên li Idlibê hatibû îddîakirin ku hikumeta Elmanyayê 25 milyon eûro daye Neteweyên Yekbûyî. Lê berê jî hatibû diyarkirin ku ev pere dane Kizilayê.
Derbarê projeya malên ji prîketan ên li Idlibê hatibû îddîakirin ku hikumeta Elmanyayê 25 milyon eûro daye Neteweyên Yekbûyî. Lê berê jî hatibû diyarkirin ku ev pere dane Kizilayê.
Nivîskarê rojnameya Ozgur Polîtîkayê Ferda Çetîn bi navê ‘Malên ji prîketan ên ku Merkel li Sûriyeyê ava dike’ cara pêşîn derbarê malên ji brîketan ên li Îdlîbê ya ku di bin kontrola dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, nivîsek nivisandibû. Tê diyarkirin ku wê li wir 50 hezar malên ji prîketan were avakirin. Derbarê van malan hikumeta Elmanyayê daxuyaniyên dijberî hev dide.
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel di 24’ê Çileya 2020’an de li Stenbolê bi Serokkomarê Tirk Erdogan re rûniştibû û ji bo kesên ji ber şerê li Îdlîbê malên xwe terikandine jî diyar kiribû wê piştgiryeke maddî bide. Rojek beriya daxuyaniya Merkel di 23’ê Çileya 2020’an de Weqfa ÎHH ya ku li ser navê ‘alîkariyê’ çekan dibe ji çeteyên li Sûriyeyê, bi navê ‘Li Idlibê 10 hezar malên ji prîketan’ daxuyaniyek dabû.
Di 31’ê Çileya 2020’an de berdevkekî Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê diyar kiribû ji bo vê projeyê wê 25 milyon Eûroyan bidin Kizilayê ya ku girêdayî dewleta Tirk e. Di çapemeniyê Elmanyayê de nûçeyên wekî ‘Elmanyayê 25 milyon eûro daye Kizilayê ya ku ew jî pereyan dişîne ji malbata Erdogan re’ derketibû. Di 31’ê Kanûna 2020’an de jî Berdevkê Wezîrê Karê Derve Chrîstofer Bûrger jî diyar kiribû 25 milyon Eûro ji Kizilayê re hatiye şandin.
PIŞTÎ SKANDALA LI IDLÎBÊ GOTINÊN XWE GUHERANDIN
Piştî ku ANF û rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê diyar kirin ku projeya malên ji prîketan a li Îdlîbê ji aliyê desthilatdariya AKP û MHP’ê veguheriya şovê û ji penaberan zêdetir çete û malbatên wan hatine bicihkirin, Partiya Çep ev mesele biribû Meclîsa Federal. Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût pirsîbû ka Elmanya di nav vê projeya malên ji prîketan de digire yan na û tu alîkarî ji Kizilay û ÎHH’ê re hatiye şandin an na. Wezîrê Berpirsê Karên Ewropayê ya hikumeta Merkelê Mîchael Roth bersiv da.
Di bersivê de hate îddîakirin ku 25 milyon Eûro ji bo penaberên li bakurê rojavayê Sûriyeyê dane Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî. Roth diyar kir ku ev pere ji Kizilayê re nehatiye şandin û bi ÎHH re ya ku li Elmanyayê yek ji saziyên qedexe ye, tu têkilî nehatiye danîn.
Piştî bersiva Roth parlementer Akbûlût pirsnameyek din da meclîsê û daxuyaniyên Wezîrê Karê Derve yê ku gotibû pere ji Kizilayê re hatiye şandin û nûçeyên di çapemeniya Elmanyayê de bi bîr xist. Di pirsnameyê de hate diyarkirin ku divê Elmanyayê daxuyaniyeke berfireh bide pirsa ku 25 milyon Eûro ji kîjan saziyan re hatiye şandin.