Elmanya: Lêkolîna li Fosforê ne wezîfeya me ye

Wezareta Karên Derve ya Elman ji bo pirsa der barê bikaranîna çekên qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk ve got, "Erka me nîne; wezîfeya OPCW ye ku li vê bikole."

Dewleta Tirk ku ji 9'ê Cotmehê ve êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike di êrişên xwe yên dagirkeriyê de çeka fosfora spî bi kar anî û bi vî rengî qanûnên navneteweyî binpê kir. Piştî ku bikaranîna fosfora spî di medya dinyayê de hate weşandin Parlamentera Partiya Çep a Elman Ulla Jelpke mijar xist rojeva meclîsa federal.

Jelpke nûçeyên Newsweek û The Timesê weke çavkanî nîşan da û bal kişand ser endametiya Tirkiyeyê ya li nava NATO'yê û rola Elmanyayê ya di nava Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW). Jelpke pirsî ku li dijî hikumeta Tirk wê lêpirsîn bê destpêkirin yan na.

Musteşarê Wezareta Karên Derve Antje Leendertse bersiva prisê da. Li gorî bersivê ku ANF'ê wergirt tê gotin, "Agahiyên der barê bikaranîna fosfora spî li Sûriyeyê me ji medyayê wergirt." Di bersivê de tê gotin, "Di mijara lêkolîna li vê bûyerê de erka Elmanyayê nîne. Mijar di berpirsyariya OPCW de ye."