Elmanya koçberê Kurd radestî Îranê kir

Tevî destpêkê kampanya Rêxistina Efûyê û gelek saziyên civaka sivîl jî Elmanya koçberê Kurd Ebrahîm Abdî Jenekanlo radestî Îranê kir.

Ebrahîm Abdî Jenekanlo yê ji Rojhilatê Kurdistanê ji ber zilma dewleta Îranê sala 2010’ê derbasî Elmanyayê bûbû û daxwaza stirînê kiribû. Daîreya Biyaniyan a Eyaleta Bavyera, tevî ku Jenekanlo berî ji Îranê derbikeve di xwepêşandanekê de tê destgîrkirin û tê êşkencekirin jî, serdana wî ya stirînê salên dirêj mijûl kir.

Jenekanlo yê maha Kanûna borî ku serlêdana wî hate redkirin, li girtîgeheke dersînor bi cih kirin, destpêkê li ser kampanya Rêxistina Efû û saziyên civaka sivîl hate berdan. Lê Jenekanlo yê ji bajarê Maku yê Rojhilatê Kurdistanê duh bi lezûbez bê ku serlêdana wî ya nû ya stirînê bê li ber çavgirtin, ji bo dewleta Îranê hate dersînorkirin.

Dersînorkirina koçberê Kurd bi xeteriya ku ji aliyê rejîma Îranê ve bê girtin û heta darvekirin heye, li ser vê nerazîbûn nîşanî berdevkê Konseya Koçberan a Bayernê Stephan Dunnwald hate dayîn. Parêzvanê mafê mirovan diyar kir ku ji bo Jenekanlo li Elmanyayê nemîne Daîreya Biyaniyan tişta ji destê hat kir, heman demê hemû daîreyên dewletan jî ji bo dersînor bikin bi hev re kar kirin.

Birayekî Ebrahîm Abdî Jenekanlo ev 26 sal in li girtîgehên Îranê girtî ye, dîsa yek ji birayê wî yê din ji ber êşkenceya li wî hatî kirin, felc bû hate berdan. Dayika Jenekanlo jî ji ber êşkenceyên li Îranê li wê hatî kirin, piştî hate berdan û şûnde jiyana xwe ji dest da.

Tevî karnameya mafê mirovan a xirab û qanûnên darvekirinê jî Elmanya di navbera salên 2019-2020’ê 48 koçber radestî Îranê kiriye.