Elmanya ji bo Başûrê Kurdistanê 1000 çekên G36 şand
Elmanya da xuyakirin ku di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ji bo Başûr Kurdistanê çekên nû şandin, heta roja îro bi hezaran ton çek û cebilxane şandine.
Elmanya da xuyakirin ku di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ji bo Başûr Kurdistanê çekên nû şandin, heta roja îro bi hezaran ton çek û cebilxane şandine.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Elmanyayê ve hate kirin, di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, ji bo Başûrê Kurdistanê 1000 çekên G36 şandine. Diyarkir ku 2,5 milyon guleyên wan çekan jî gihandine hêzên Pêşmergeyan.
Di daxuyaniyê de, ji bo hêzên Pêşemergeyan hatiye gotin ku divê ev çek negihên ‘destê siyemîn.’
Elmanya, ji sala 2014’an ve çek ji bo hêzên Pêşmergeyên ku Şengal ji çeteyan re hêlabû dişîne. Ji wê dîrokê heta niha ji bo Başûrê Kurdistanê 2 hezar û 400 ton çek û cebilxane şandine.