Elmanya ji bilî Kurdî bi 20 zimanan behsa koronayê kir

Elmanya di broşurên derbarê korona de cih da 20 zimanan lê cih neda Kurdî, bi sedema ku,''Kurd jixwe bi zimanên din dizanin''. Derbarê vê, rapora kesê serwext hate weşandin û hate gotin hikûmetê li dijî Kurdan cihêkarî kiriye,Kurdî hatiye kêmkirin.

Nîsana bihurî hikûmeta Elman bi mebesta agahdarkirinê ya derheqê vîrûsa koronayê broşûr dabû weşandin, ku ev broşûran bi 20 zimanan hatibû hazirkirin lê li gel ku li Elmanyayê ji milyonekê zêdetir Kurd dijîn jî Hikûmeta Federal a Elman di broşûran de cih nedabûne Kurdî.

Li ser rexneya, ''Li gel ku nifûsa Kurdan xilbe ye jî, çima broşûr bi Kurdî nehatin weşandin?'' li ser navê Hikûmetê, Peywirdarê Levhatinê Annette Wîdmann-Mauz bi gotina, ''Kurd jixwe bi Tirkî, Erebî û Farisî dizanin, ji ber vê hewceyî pê nîne ku bi Kurdî werin weşandin'' ciwabeke skandal dabû.

Li dijî vê helwestê li ser mijara yasayên Civaka Kurd a Elmanyayê (KGD)serî li pispora serwext Prof. Dr. Chrîstîan F. Majer da.

Majer li mijarê kolê û rapor girêda ku agahdarnekirina bi Kurdî ya li bara rûdaneke girîng a mîna vîrûs koroanyê li dijî yasayên wekheviyê ye.

Majer got hikûmet bi vê helwesta xwe li dijî Kurdan cihêkarî kiriye û yasaya wekheviyê ya li destûrê binpê kiriye.

Majer her wiha diyar kir, daxuyaniya, ''Kurd jixwe bi zimanên din dizanin'' Kurdî kêm kiriye û cih da vê tespîtê: ''Li herêmên ku Kurd lê dijîn ji ber ku bi zimanên fermî jî dizanin ev nayê wê maneyê ku Kurd bi Kurdî naaxivin. Bi ser de, hemû Kurd van zimanên fermî nizanin, tenê bi Kurdî diaxivin.''