Elmanya heta roja dawî çek firotiye Tirkiyeyê!

Artêşa Tirk a dagirker  ji bo êrîşên li ser Efrînê di 15’ê Çileya 2018’an de amadekarî kir û derket holê ku Elmanya heta roja dawî çek firotine Tirkiyeyê.

Artêşa Tirk roja 20’ê Çileya 2018’an êrîşên li ser Efrînê dabû destpêkirin. Beriya êrîşan hefteyekê artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Efrînê tang û top bi cih kirin. Di wan rojan de hikûmeta federal a Elmanyayê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê pejirandibû.

Wezîrê aboriyê yê hikûmeta federal bersiv da pirsnameya parlamenterê Partiya Çep Stefan Lîebcîh û diyar kir ku herî dawî roja 15’ê Çileya 2018’an çek firotine Tirkiyeyê. Wezaretê ragihand ku ji 31’ê Tirmeha 2016’an ve heta niha bi nirxê 14 mîlyon Euro çek û cebilxane firotine Tirkiyeyê.

Rejîma Erdogan bê navber di 20’ê Tîrmeha 2016’an de hemwletiyên Elman li Tirkiyeyê dîl girt û Wezîrê Karê Derve Sîgmar Gabrîle ragihand ku piştî van girtinan wê  biryara pêkirinê li ser rejîma Erdogan were standin. Lê diyar dibe ku di krîza wê demî de jî dostaniya  navbera herdu welatan ya ji bo firotina çekan xirab nebûye.

BERIYA EFRÎNÊ WESAYÎTÊN LEŞKERÎ Û BOMBE HATINE GIRTIN!

Di mehên dawî de Tirkiye ji Elmanyayê herî zêde madeyên teqemenî, bomba û wesayîtên leşkerî   di nava çek û muhîmatên leşkerî de standine. Li gorî agahiya nû ya wezareta federal dayî heta 15’ê Çileyê tenê bi nirxê 3,8 mîlyon Euro fuze/bomba û bi nirxê 3 mîlyona Euro jî wesayîtên leşkerî firotine Tirkiyeyê.

Li aliyê din Tirkiyeyê bi nirxê 1 mîlyon Euro bomba, madeyên teqemenî û fuze stand. Di bersiva wezareta federal a ji bo wekîlê Partiya Çep de tê dîtin ku rejîma Enqereyê herî zêde ji Berlînê motorên tangan girtiye.

Tanga Leopard-ll ku di êrîşa  ser Efrînê de hatibûn bikaranîn û piştî ku wêneyên wan li medyayê derketin piştre Wezîrê Karê Derve Sîgmar Gabrîel di 25’ê Çileyê de ragihand ku heta hikûmeta nû ava bibe wê modernîzekirina tangan erê nekin û firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê jî rawestandine.

Lê dijberî vê daxuyaniyê derket holê ku hikûmeta Elman di meha Cotmehê de ji bo AKP’ê re tangan bişîne li hev kirine . Wê demê lihevkirineka ji bo modernîzekirina  120 tangên modela M60 yê girêdayî artêşa Tirk hatibû kirin. Ev tangên ku Elmanyayê parastina wan kirin niha li dijî Efrînê tê bikaranîn.

Beriya şevekê di bernameya ‘Monîtor’ ya qenala ARD a televîzyona dewletê de hatibû ragihandin ku di êrîşa ser Efrînê de hemû wesayîtên leşkerî yên girêdayî Elmanyayê ne. Li gorî vê hemû lîsansa çekên di destê artêşa Tirk û çetewyên wê de girêdayî fîrmaya çekan ‘Hecker & Koch’yê ye.

Li aliyê din tangên girêdayî artêşa Tirk yên ku şandine li ser sînorê Efrînê ji aliyê Mercedes a Elmanyayê ne.