Elmanya dixwaze 'têkiliyeke xurt' bi Başûrê Kurdistanê re deyne

Elmanya dixwaze 'têkiliyeke xurt' bi Başûrê Kurdistanê re deyne

Piştî ku Wezîrê Pêşvebirinê yê Elman Dîrk Nîebel çend roj berê çû serdana Hewlêrê, gotûbêjan destpê kirin ku di navbera rêveberiya Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Berlînê de pêvajoyeke nû ya têkiliyan destpê kiriye.

Wezîrê Pêşvebirinê yê Elman Dîrk Nîebel, di destpêka meha Tebaxê de çû serdana Başûrê Kurdistanê û bi rayedarên payebilind ên Rêveberiya Kurdistana Federal re hevdîtin pêk anî. Nîebel çû serdana penaberên ji Rojavayê Kurdistanê yên li kampa penaberan a Domiz û tevî alîkariya 170 milyon Euro yaji bo penaberên Sûriyeyî soz da ku ewê alîkariyeke nû ya ji 20 milyon Euroyî bide.

Piştî serdana Wezîr, Sefîrê Bilind ê Elmanyayê yê Iraqê bi Serokê Rêveberiya Kurdistana Federe Mesût Barzanî re hevdîtin kir. Hat hînbûn ku rayedarên Elman di vê serdana xwe de ji bo penaberên ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûne gotine, "Bi şertê ku penaberên Kurd neyên welatê me, em amadene piştgiriyê bidinê." 

'LI GEL KURDAN HEVKARIYA STRATEJÎK TÊ DESTPÊKIRIN'

Liv û tevgera dîplomasiyê ya navbera Elmanya û rêveberiya Başûrê Kurdistanê, weke ku hikûmeta Berlîn li Rojhilata Navîn ji xwe re "partnerekî nû" digere, hat şîrovekirin. Li gorî malpera înternetê ya Elman "German-foreign-policy.com" hikûmeta Berlînê dixwaze bi Rêveberiya Başûrê Kurdistanê re hevkariyeke stratejîk bike.

Di şîroveya li malperê de hat bibîrxistin ku têkiliya bi Başûrê Kurdistanê re beriya niha li ser bingeha xeta lûleya gaza xwezayî ya Nabocco hat xurtkirin, lê belê bi guhertina hevsengiyên herêmê re pêwistiya Elmanyayê bi partnerekî zexm heye. 

Di şîroveyê de her weha bal hat kişandin ser têkiliya xurt a PDK'ê bi partiya Merkel Yekiitya Demokratên Xiristiyan û hat bibîrxistin ku PDK ji kongreya CDU re hatiye vexwendin.