Elman guh nadin qedexeya polîsan a li ser YPG/YPJ'ê
Polîsên eyaleta Bayernê ya Elmanyayê bi her awayî nikare xwe li alên YPG/YPJ'ê rabigirin. Rayedarên emniyetê bi xwe ragihandin ku tevî zext û lêpirsînan jî piştgiriya ji bo YPG'ê didome.
Polîsên eyaleta Bayernê ya Elmanyayê bi her awayî nikare xwe li alên YPG/YPJ'ê rabigirin. Rayedarên emniyetê bi xwe ragihandin ku tevî zext û lêpirsînan jî piştgiriya ji bo YPG'ê didome.
Dewleta Elman ku li pêşberî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê bêdeng e, li dijî YPG/YPJ'ê bi siyaseta krîmînalîzekirinê tevdigere. Bi taybetî plîsên eyaleta Bayernê bi mejiyekî qedexekar tevdigere û bi ser hesabên medya civakî ve diçin yên alên YPG/YPJ'ê diweşînin.
Rayedarên emniyetê yên li paytexta eyaletê Munchenê, raporek li ser sûcê salane weşandin. Di beşa "Sûcên bi rengê siyasî-biyanî" de navê Elmanên ku di hesabên xwe yên medya civakî de alên YPG/YPJ'ê parve kirine hatin nivîsandin.
Di raporê de hate ragihandin ku bûyerên di vî warî de sala 2016'an qewimîn 65 bû, lê sala 2017'an bi du qatan zêde bûne û bûye 114'an. Polîsên Elman rewş bi vî rengî rave kir: "Par Elmanekî 29 salî sembolên qedexekirî yên YPG, YPJ û PYD'ê li ser hesabê xwe yê Facebookê weşand. Li ser vê yekê bikarhênerên din jî dest bi parvekirina vê kirin. Bi vî rengî ev yek li tevahiya welêt belav bû."
Polîsên Munchenê bi vê daxuyaniya xwe mikur hat ku tevî qedexe, lêpirsîn û serdegirtina malan jî desteka ji bo YPG û YPJ'ê li Bayernê zêde bûye. Polîsên Elman qedexe dikin ku di gelek xwepêşandanan de alên YPG'ê bên hildan. Bi taybetî li Eyaleta Bayernê diavêjin ser malên kesên flamayên YPG'ê û wêneyên şervanên YPG'ê yên di medya civakî de parve dikin.
"Elmanê 29 salî" ku di daxuyaniya polîsan de navê wî hate eşkerekirin, hîndekarê li bajarê Munchenê Kerem Schamberger e. Polîsan bi hinceta ku piştgirî daye YPG'ê meha Mijdarê avêtibûn ser mala Schamberger.
Muzîsyenekî Elman Johannes Konîg jî ji ber ku lînka nûçeyeke Bayerischer Rundfunk (BR) a li ser mijarê par ve kir, kete ber lêpirsînê.