Elîaçik: Ji bo desthilatdariyê şer kirin
Nivîskarê Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik got rejîma AKP-Erdogan ji bo ku li ser desthilatdariyê bimînin pêdivî bi şer hene.
Nivîskarê Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik got rejîma AKP-Erdogan ji bo ku li ser desthilatdariyê bimînin pêdivî bi şer hene.
Îhsan Elîçik ê Îlahîyatnas got koalîsyona AKP-MHP’ê ku dînê xwe weke fethkirinê û îdeolojya xwe jî weke Kizil Elma (Sêva Sor) ragihandine Misilmantî û Tirkitiyê bi kar tînin û armanca wan a serke jî ew e ku li ser rageşî û şer rejîma yek zilamî domdar bikin.
Elîaçik ji ANF’ê re axivî û got ji Efrînê ti gef li ser Tirkiyê nîn in, herêma Efrînê herêmeke wiha ye ku pir ji şer hatiye paqijkirin û got, ‘’Li wir sivîlan, bajaran û bajarokan bombe dikin, dixwazin em bawer bikin ku ev bombe ne li sivîlan lê li hedefên dî dikevin. Diyar e ku di hewldana şerekî wiha de wê sivîl jiyana xwe ji dest bidin, diyar e ku wê bersiv were dayin û ji du aliyan mirov bimirin. Dîsa wê mirovên hejar ziyanê bibibînin.’’
PROPAGDANYA HILBIJARTINÊ YA BI ŞER
Elîaçik got ev hewldana dagirkeriyê propagandaya hilbijartinê ya bi şer, çek û bombeyan e û got, ‘’Ji bo ku li ser kar bimînin pêdiviya wan bi şer heye. Ji bo ku Rewşa Awarte û BHQ’yan bidome divê rageşî û şer hebe. Dema ku wiha be bi rehetî her tiştî qedexe dikin, mirovan xayin radigînin, muxalefetê bêdeng dikin û zextê dikin. Gendelî, dizî, Sarraf, pereyên di qotiyên şekalan de nayên nîqaşkrin. Her tişt tê jibîrkirin.’’
Elîaçik got bi vê zexta psîkolojîk dixwazin rejîma yek zilamî bidomînin.
DIVÊ MUXALEFET LI GEL AŞTIYÊ BE
Elîaçik rexne li CHP’ê anî ku dibe şîrikê polîtîkayên şer ên hikûmetê û got heta ku ev rewş berdewam be serdestiya psîkoljîk dikeve destê hikûmetê, rejîm aştîxwaziyê krîmînalîze dike û muxalefeta sereke kontrol dike, wiha dixwaze biçe hilbijartinê û got muxalefet divê bi israr li ser aştiyê raweste.
DÎNÊ WAN FETIHKARÎ Û ÎDEOLOIYA WAN SÊVA SOR E
Nivîskarê Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik got rejîma AKP-Erdogan ji bo ku li ser desthilatdariyê bimînin pêdivî bi şer hene.
Elîaçik li dij van du pênaseyan jî derket û got Sûreya Fethê piştî ku şerê di navbera Misilman û Muşrîkan de, bi Peymana Hudeybiye bi dawî bûye hatiye û got, ‘Sûreya Fethê dema ku çek disekinin tê xwendin’ û bi gotina Hz. Alî, ‘’kirasê din vajî dane li xwe kirin’ li dij wê derket piştî ku çek û bombe teqiyan li Mizgeftan Sûreya Fethê dane xwendin.
SÊVA SOR ÇÊKIRINA ŞÎRÎKAN A JI XWEDÊ RE YE
Elîaçik got Sêva Sor ku tê wateya ‘Mefkûreya Serdestiya Cîhanê ya Tirk’ îdeolojiyeke emperyal, êrîşkar û dagirker vedibêje û got ji bo Îslamê ev tê maneya ku şîrîkan ji xwe re çêbikin. Elîaçik got, ‘’Li gorî Îslamê cîhan a Xwedê ye. Li ser rûyê dinyayê kîjan nîjat, qewm bikeve bey avakirina hakimiyetê û miletên dî bi dest bixe ev çêkirina şîrikan a ji Xwedê re ye. Gelên li dinyayê di nav aştiyekê de, bêyî ku serdestiyê li hev bikin û heq û hiqûqê hev binpê bikin wê bijîn. Ji bo vê jî Sêva Sor li dijî dîn e.’’