Elewiya daxwaz vekirina TV 10 kirin

Xebatkarên TV 10 ya ku hate girtin, çalakiyên xwe yên li Qada Galatasarayê didomînin.

Xebatkarên TV 10 ya ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de ji aliyê Qesr/AKP’ê ve hate girtin, li Qada Galatasarayê cara 17’emîn li hev civiyan û daxwaza vekarina televîzyona xwe kirin. Di çalakiyê de pankarta ku “Dengê Elewiyan TV 10 nayê bêdengkirin” hate vekirin, dowîzên bi nivîsa “Ji dersên bi zorê yên olî re na”, “Aştî bila bê, rondikên çavan nerijin” û “TV 10 nayê bêdengkirin” jî hatin bilindkirin. Di çalakiya vê hefteyê de Dayîkên Aştiyê û Sûltangazî Mala Cem a Pîr Sûltan Evdal a jî piştgirî kirin.

Serokê Mala Cemê a Sûltangazî Pîr Sûltan Ebdal Zeynel Odabaşi axivî û wiha got: “Dikarin ekranên televîzyonên me qût bikin, lê qet nikarin ji dil û ruhê me qût bikin. Em li vî welatî em dev ji demokrasî, aştî, edalet û heqîqetê bernadin. “

 ‘HETA KU VEBE EM Ê DI ÇALAKIYAN DE BIN’

Odabaşi diyar kir ku li pêşiya wan zalim hene û wiha pê de çû: “Îro rojnameyên em, televîzyon, radoy, rewşenbîr, rojnamevan û her kesê ku alîgirê aştiyê bin dixwazin bêdeng bikin. Demokrasî li kû hebe aştî li wîr heye. Heta ku TV 10 vebe em ê têkoşîna xwe ya li Qada Galatasarayê dewam bikin.

Elewî Pîr Mehemet Karbûlût jî wiha got: “Ji bo li ser vê xakê rengê cuda di nava şatiyê de bijîn, tişta ji destê me bê em ê bikin. Bi berxwedana xwe îro em li vir in. Bi dengê xwe û bêhna xwe li vir in.”

Çalakî bi xwendina gulbang û helbestên ve bi dawî bû.