'Elewî wê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê derkevin’

'Elewî wê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê derkevin’

Serokê Giştî yê PSAKD’ê Muslum Dogan da zanîn ku di dema dawî de li gel pêşîvekirina AKP’ê ya li ser Elewiyan, MHP’ê jî  ji bo Elewiyan bernameyek amade kiriye û ti wateya vê jî tine. Dogan wiha berdewam kir: “ Elewî ev 90 sal in tên mijûlkirin. Bi polîtîkayên asîmîlasyonê hewl dan ku pîrên me bi dewletê re bên cem hev û dersên olî yên ferzkirî daxin pola yekemîn. Em ê li dijî vê derkevin. Pêvajoya çareseriyê ji bo Elewiyan jî gelek girîng e. Dewlet li şûna ku rayeya polîsan û zextan zêde dike divê di pêvajoya çareseriyê de bi rûmet bi aliyan re rûne û pirsgirêkê çareser bike."

Di demên dawî de pêşîvekirin û bernameyên nû  yên li ser Elewiyan tên nîqaşkirin. Herî dawî piştî pêşîvekirineke  nû ya AKP’ê şûnde, MHP’ê jî ‘Bernameya ji bo Elewiyan’ aşkera kir.

Serokê PSADK’ê Muslum Dogan der barê pêşîvekirin û bernameyan, ferzkirina dersên olî û nêrîna Elewiyan a li djî pêvajoya çareseriyê axivî.

Muslum Dogan bal kişand ser pêşîvekirina AKP û bernameya MHP’ê ya der barê Elewiyan de û got: “Polîtîkayên li ser Elewiyan bi versiyonên nû derdikevin holê. Ji berê ne cudatir e. Ji Osmaniyan heta Komarê bi Nîzamul Mulk û Selçuqiyan re, Elewî xistin projeya yek netewe, hilberînan yek nêrînê. Her tim bi komkujî û asîmîlasyonan re rû bi rû man. Ya esas li erdnîgariya ku Kurdên Elewî lê dijîn, daxwazên neteweya Kurd bi serhildanan şekl girt. Projeya komarê di esas de ev bû ku rejîma Terakkî Îttîhat bigihinîn komarê. Projeya Komarê ya ku li ser Tirkbûn û yekbûnê hatibû amadekirin danîn ber Elewiyan. Elewiyan ev wek tiştekî nû fêm kirin. Di esas de Komar versiyona asîmîlasyonek nû bû.

'ELEWIYAN DI Tı DEMÊN KOMARÊ DE BÊHN NEGIRTIN'

Dema komar nû hat îlankirin Kanûna Gund a hejmar 442 a sala 1924’an kirin meriyetê. Bi vê re gotin divê li her derê mizgeft bên çêkirin. Di sala 1924’an de Wezareta Karên Diyanetê hat avakirin. Saziyên Sunî yên Osmaniyên Sunî nav guhertin. Li Şûna dibistanên Sibyan, dibistanên Îmam Hatîp girtin. Li şûna medreseyan fakulteyên îlahiyatê girt. Li şûna Şeyhulîslamê Wezaretê Karên Diyanetê girt. Di vir de amûrên nû yên asîmîlasyonê xistin dewrê. Di Osmaniyan de mizgeft ne ferz bû, di dema komarê de ev ferz kirin. Di dema komarê de Elewiyan ti carî nefes ne stendin. Di aliyê baweriyê de jî ji bilî Suniyan ti kes nedihat qebûlkirin. Mustafa Kemal di sala 1924’an de  li Ceyhanê di axaftineke xwe de ji bo Ermeniyan ku pergala wan a avdanê li wir heye wiha dibêje; ‘Mafê Ermeniyan tine, ev der Tirk in. Wê Tirk bimînin. Her tişt ji bo Tirkan e.’ Di dîrokê de gotinên bi vî rengî gelek zêde ne.” 

Dogan bal kişand ser polemîka di navbera AKP û MHP’ê ya der barê Elewiyan de û got: “Di rastiyê de Elewîtî li ser esasê  teolojiyê de tê nîqaşkirin. Bi zanebûn vê dikin."

'GER ELEWÎ DOZÊ VEKIN WÊ PERGALA TIRK TÊK BIÇE'

Dogan wiha berdewam kir: “Projeya Îslama siyasî jî ev e. Li ser  esasê Îslamî de dide rûniştandin. Beriya vê paşde dihêle. Bingeheke weke nav Îslamê digire dest.  Ger wisa be hûn çima wisa nêz dibin. Ev nêzîkatiyek seqet e. Karên Diyanetê saziyeke sunî û asîmîlasyonê ye. Ji bo ku Saziya Karên Diyanetê rabe û dewrî Weqfa Karên Diyanetê bibe, me nivîsek fermî nivîsî. Me got ku ji we re pêşniyara çareseriyê. Em mafên mulkiyetê daxwaz nakin.  Di mulkiyeta Elewiyan de li gorî xala 18’emîn cih ji mizgeftan re dihat hiştin. Ev di bi navê para hevpar de bû. Yanî ger Elewî mafê mulkiyetê vekin wê pergala hiqûqê ya dewleta Tirk têk biçe.

'ELEWÎ EV 90 SAL IN TÊN MIJÛLKIRIN'

Diyanet Suniyan jî asîmîle dike. Ji ber ku fêrkirina Îslama xweser li Tirkiyeyê nayê netewekirin. Niha Îslam ne xweser e. Ji ber vê jî rastî bertekan tê. Li ser vû esasî jî vê carê meseleya Elewiyan tê hilberandin. Piştre jî pêşniyarên çareseriyê tînin. Partiyeke nîjadperest a wek MHP’ê bi Elewiyan re eleqedar dibe. Sedema vê heye. Xwîna destê wan hê ziwa nebûye. Nêrîna AKP’ê jî ne cuda ye. AKP her tim mijûl dike. Bi gotinan ev 90 sal e Elewî tên mijûlkirin.

'EM Ê HEVDÎTINA PÎRÊN XWE YA BI DEWLETÊ RE ASTENG BIKIN'

Elewî dixwazin wek baweriya serbixwe bên qebûlkirin. Rojiyê nagirin, nimêj nakin, naçin hecê. 5 şertên îslamê naynin cih. Pergaleke wan a baweriyê ya 4 derî 40 merciyê heye. Di nava vê xwe xwe teşe dikin. Ev ne baweriyeke ku di diyanetê de bê hepskirin. Ji çand û tecrûbeyek mezin hatiye. Versiyona dawî ya Êzdîî û Zerduştiyê ye. Ji ber vê em ti carî di Wezareta Karên Diyanetê de cih nagirin.  Em ê nehilin ku pîrên me bi dewletê re bên cem hev. Ji ber dewlet asîmîle dike. Vê pergalê dirizîne. Pîrên me ji bo Elewiyan gelek girîng in.Ya girîng ev e ku me di vê heps bikin.  Komxebatên AKP’ê jî di vî alî de ne.”

'GER HÛN ME WEKHEV DIBÎNIN LI GORÎ WÊ TEVBIGERIN'

Dogan di berdewamiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: “Biryara DMME’yê aliyekî hiqûqî yê nû da qezenckirin. Malêncemê bi sînagog, mizgeft û dêran re kirin yek. Ger elektrîkê didin van deran wê demê ev der jî navendên îbadetxaneyê ne."

Dogan bal kişand ser 19’emîn Şêwirmendiya Perwerdeyê û got: “Wek her pêşîvekirinê amûreke din a asîmîlasyonê dikeve dewrê.  Weke ku li her dibistanê mescîd vebe. Gotin pêşîvekirin û di şêwirmendiya perwerdeyê de biryarên nû girtin. Der barê vê de ji bo dersên olî yên ferzkirî rabin me me nivîsek da Serokwezîrtiyê. Me got ku ev li dijî peymana navneteweyî ye.  Ji bo pola yekem dersa olî ferz dikin. Armanca wan asîmîlasyon e. Ew dixwazin Elewîtiyê di çarçoveya teolojîk de, bi teşe bikin bi senteza  Tirk- Îslam dinêrin.”  

Dogan destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd ji tevgera Elewiyan ne serbixwe ye, pirsgirêkek di nava hev de ye û got: “Elewiyên Kurd jî hene. Yanî pirsgirêka Elewiyan ya neteweyî û ya baweriyê heye. Ji ber vê jî çareserî me ji nêz ve eleqedar dike. Em li gel çareseriya aştiyane û demokratîk in.”