Elewî wê li dijî faşîzma AKP’ê li Strasboûrgê bimeşin
Elewiyên li Ewropayê, xwe amade dikin ku bi şîara ‘Ji Cihêtiyê, Asîmîlasyonê û Şer re na!’ li Strasboûrgê meşek girseyî li dar bixin.
Elewiyên li Ewropayê, xwe amade dikin ku bi şîara ‘Ji Cihêtiyê, Asîmîlasyonê û Şer re na!’ li Strasboûrgê meşek girseyî li dar bixin.
Elewiyên li Ewropayê, xwe amade dikin ku bi şîara ‘Ji Cihêtiyê, Asîmîlasyonê û Şer re na!’ li Strasboûrgê meşek girseyî li dar bixin. Meş sibehê saet 11.00’an li Place Kleberê wê destpê bike û heta Konseya Ewropayê (KE) wê dom bike.
Çalakiya Elewiyên ku bi banga Konfederasyona Yekîtiya Elewiyên li Ewropayê wê kom bibin, sibehê saet 11.00’an wê destpê bike û bi mîtîngek li ber KE wê dewam bike.
Ji bo çalakiya bi şîara, “Ji Cihêtiyê, Asîmîlasyonê û Şer re na!” ev peyam ji aliyê Konfederasyonê ve hate dayîn: “Em wek civaka Elewî, em ê nehêlin qetlîamên nû werin li deriyê me bidin. Em bang li tevahî raya giştî ya Ewropa û siyasetmedarn dikin ku li van xetereyan hayîdar bin. 25’ê Hezrîna 2016’an roja Şemiyê saet 11.00’an, em ji Qada Klebel a li Strazbûrgê heta Konseya Ewropayê dimeşin.”